- Konseya Fermandariyê ya HPG’ê: Têkbirina Komploya Navneteweyî û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo yekane pîvana serketinê ye.
Konseya Fermandariyê ya HPG’ê civîna xwe ya salane li dar xist û got; “Bi ruhê lehengiyê yên hevrêyên xwe, em ê li ser rêya azadiya gelê me û Rêberê me bi rengekî fedayî bimeşin”.
Konseyê da zanîn ku wan civîna xwe ya salane “bi beşdariya 50 hevrêyên ji her qadên wezîfeyê”, “li ser bingehê perspektîfên Rêber”
Ocalan, li dar xistiye û civînî 9 rojan dewam kiriye. Konseyê hem tehlîla siyasî û leşkerî ya sala 2021’ê kir û rewşa heyî ya HPG’ê nirxand, hem jî “ji bo sala têkoşînê ya 2022’an bibe sala serketina gel, perspektîfên pêwîst diyar kirin, plansaziya şer a sala bê amade kir û taktîkên leşkerî yên demê destnîşan kirin.”
Konseya Fermandariya HPG´ê îşaret bi berxwedana 2021´ê kir û got, “Sala 2021’ê gihîşt asteke bilind û sîstema Tirk a mêhtinger-qirker a li pêşberî têkoşîna me ya nava salên tengav bû, xitimand û bêçare hişt.” Konseyê îşaret bi dewra Berxwedana Garê divê yekê de kir û wiha dewam kir: “Piştre bi Pêngavên Bazên Zagrosê, Cenga Xabûrê û Egîdên Botanê gihîşt asta herî bilind, pîlanên dijmin pûç kir û kir ku krîza li nava sîstema faşîst-mêhtinger kûrtir bibe. Civîna me diyar kir ku ev krîza sîstemê ne tenê leşkerî ye, di heman demê de siyasî, civakî û aborî ye û destnîşan kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike bi rengekî dîn û har çavkaniyên welêt çikandine, di serî de aliyê leşkerî rewşa ku tê de ye bi her awayî veşartiye û li hemberî raya giştî şer û operasyoneke giran a taybet ji bo xapandinê meşandiye.” Konsey dibêje, “rejîma faşîst” ha “hilweşiya” ha “hilweşiya”.
Biryara afirandina gerîlayên serketinê
Konseyê, bal bire ser mîsyona Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê jî û got, “Civîna me di vê çarçoveyê de pirsgirêkên taktîkî û kêmasiyên di sala 2021’ê ya têkoşînê de bi berfirehî nirxandin. Civîna me bi helwêsteke xurt a rexnekirin û rexnedayinê ya li pêşberî pêvajoyê, asteke cidî ya biryardanê bi dest xist û li ser bingehê tecrûbeyên hevrêyên me yên di pêvajoya şer de şehîd bûn, di çarçoveya dilsoziya bi şehîdên me yên leheng û Rêber Apo re zemînê wê yekê danî ku di sala têkoşînê ya 2022’yan de gerîlayên azadiyê yên serketinê biafirîne. Lewma biryardariya wê yekê careke din hate nîşandan ku ji ku û ji kê tê bila bê, li dijî her cûre êrişên li dijî gelê me, Rêberê me û hêzên me, wê bi ruhê fedayî yê Apoyî bersiv bê dayîn û bi rengê pêngavî nêzîkatî li pêvajoyê bê kirin û biryardariya teqez a serketinê bê nîşandan.”
Yekîtiya neteweyî wezîfe ye
Konseyê got, dewleta Tirk bi şerê taybet hewl dide xeta nokeriyê ya Kurd bi rengekî çalak bixe dewrê û wiha dewam kir: “Hevkariya PDK’ê ya bi rejîma faşîst qirker a Tirk re, her wiha şehadetên ji ber vê hevkariyê, weke mijareke herî cidî ji aliyê civîna me ve hate nirxandin û hate destnîşankirin ku li dijî vê yekê, yekîtiya neteweyî wezîfeyeke lezgîn û girîng e. Li hemberî her cûre ihtimala rewşeke neerênî divê em amade bin û di her şert û mercî de bi ser bikevin. Tedbîrên bi bandor wê bêne wergirtin û xeta neteweya demokratîk a Rêberê me esas bê girtin.”
Konseyê wiha behsa biryarên civîna xwe kir: “Li dijî êrişên sala 2021’ê yên artêşa Tirk a mêhtinger, berxwedana me ya li Garê-Siyanê, Zendûra, Mamreşo, Girê Sor û Werxelê û encamên wê, ji bo sala têkoşînê ya 2022’an îşaretên girîng radixe pêş çavan. Weke gel û tevger em ê destketiyên hîn mezintir bi dest bixin. Civîna me, têkbirina Komploya Navneteweyî û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo weke yekane pîvana serketinê pênase kir û biryar da ku li ser vî bingehî erk û wezîfeyên demê bi cih bêne anîn.
Li ser vî bingehî bi navê hêzên parastinê yên Kurdistanê; bi ruhê lehengiyê yên hevrêyên me Cûmalî Çorûm, Şoreş Beytuşşebap, Rêber Zana, Hewram Avyer, Nûjîn Amed, Zerdeşt Navdar, Şîlan Goyî, Egîd Bismil, Diljîn Marya, Nûjîn Koçer, Hêjar Ûrfa, Serhat Giravî, Botan Ozgur, Mûnzûr Dersim û Çavrê Kamûran, em ê li ser rêya azadiya gelê me û Rêberê me bi rengekî fedayî bimeşin û biryardariya xwe ya serketinê destnîşan dikin.”
BEHDÎNAN