• Ji fermandarên HPG’ê, Doktor Bager Baran diyar kir ku dewleta Tirk varyantên cuda yên çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla bi kar tîne û got, ji bo tespîtkirina vê yekê, amûr û derfetên wan ên pêwîst nînin.

Ji fermandarên HPG’ê, Doktor Bager Baran diyar kir ku dewleta Tirk varyantên cuda yên çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla bi kar tîne û got, ji bo tespîtkirina vê yekê, amûr û derfetên wan ên pêwîst nînin. Wî Bang li saziyên peywendîdar kir da ku li mijarê bikolin. 

Li gorî nûçeya Faraşîn Demhat û Bêrîtan Avşîn a di ANF´ê de Doktor Bager Baran gotiye, "Hin dîmenên ku hevrêyên me bi belgeyan eşkere kirine, hene. Hinek çekên ku artêşa Tirk bi kar tîne, li fabrîkeyan bi teknîkên cuda dikarin bên amadekirin. Hinek madeyên kîmyewî jî hene, rakirin û bikaranîna wan zehmet e. Ango ji bo bikaranîna wan, divê mirov rîskê bide ber çavên xwe. Dema ku dijmin wan li ser gerîlayan bi kar tîne, çekên xwe bi pirranî caran li ser tunelên şer yan jî li nêzî van deveran amade dike. Di vir de mirov vê yekê dibîne ku artêşa Tirk bi wan kiryarên xwe hewl dide sûcên xwe ji raya giştî veşerê."

Doktor Bager Baran wiha behsa çavderiya xwe kir: "Ew sîlehên kîmyewî ne tenê ji bo gerîla, ji bo hemû zindiyan xwedî rîskeke mezin in. Ev jehr dike ku neveng bê oksîjen bimîne û zindiyên derdorê bifetisin. Tespîtkirina hûrgiliyên taybetmendiyên wan gazan zehmet e. Mînak, hinek gazên ji bo bandorkirina li sinîran hene. Ji bo tespîtkirina wan hin amûrên pêwîst û labaratûwar divê hebin. Heger hinek amûr û labaratûwar hebûna, taybetmendiyên jehrê wê bihatana tesbîtkirin. Em vê yekê li ser cenazeyên şehîdan jî tespît dikin. Bandora jehra kîmyewî li ser çerm û nefesa zindiyan diyar e. Em di cenazeyên hevalên xwe yên şehîd de bandorên cuda jî dibînin. Ev sîlehên kîmyewî hem nefesê qut dikin, hem bi jehrî dixin û hem jî çerm dişewitînin."

Doktor Bager Baran herî dawî got, "Şande dikarin werin û lêkolînan bikin. Em dikarin ji saziyên berpirsiyar ji lêkolînên li ser çekên kîmyewî re di lêkolînan de bibin alîkar."