HPG tola Perexê hilanî

Yekşem 24 Tîrmeh 2022 - 21:27

  • Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo tolhildana komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê kiribû, çalakî li dar xistin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo tolhildana komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê kiribû, çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 4 dagirker hatin kuştin, 2 çeper, dronek hatin rûxandin û derb li wesayîteke zirxî jî hatin xistin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Hêzên me yên gerîla li ser navê biratiya gelan ji bo tolhildana 9 mirovên bêguneh ên li Zaxo ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hatin qetilkirin, rêze çalakî li dar xistin. Di encama van çalakiyên tîmên me yên bi tevger de; Herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 2 çeper, 1 dron û 1 pergalek a kameraya mobesse hatin rûxandin û derb li wesayîtek zirxî hatin xistin.

Tawanbarê şer artêşa Tirk ku nikare berxwedana hêzên me bişikîne, 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 11 caran bi balafirên şer, 33 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî çekên giran, obus û hawanan çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê, bombe kirin. Artêşa Tirk a ku bi her cure teknîka şer û çekên qedexekirî yên kîmyewî êrişî hevalên me yên li çeper û tunelan kir, ti encam negirt û vê carê jî bi wesayîtên zirxî û kepçeyan êrişî çeperên berxwedanê kir. Lê artêşa Tirk a dagirker çi teknîkê bi kar bîne jî, wê ti carî nikaribe ruh û îradeya fedayî ya Apoyî bişkîne.”

JPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir:

Li (Zê) Zapê;

Di 23’ê Tîrmehê de 1 drona ku ji aliyê dagirkeran ve ji bo bomberdûmankirina çeperên şer ên li Şikefta Birîndara hatibû şandin hate xistin û hate rûxandin.

23’ê Tîrmehê saet 06.00’an wesayîteke zirxî ya ku dixwest ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ve biçe, ji aliyê hêzên me ve bi taktîkeke sabotajê hate derbkirin.

23’ê Tîrmehê saet 12:30’an de 1 pergala kameraya mobesse ya ku ji aliyê dagirkeran ve li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara hatibû bicihkirin, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate rûxandin.

23’ê Tîrmehê saet 12:30’an de dagirkerên ku xwestin çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran hilweşînin, bi çekên giran hatin derbkirin. Wesayîta kepçeyê ku ji ber vê çalakiya hêzên me hate derbkirin, neçar ma ji çeperên şer dûr bikeve.

23’ê Tîrmehê saet 19:30’î bi çekên giran li çeperên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara hate xistin û çeperek hate rûxandin.

24’ê Tîrmehê di saet 05:30 û 06:00’an de hêzên me li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin dan . Di encama van çalakiyan de dagirkerek hat cezakirin û 1 jî birîndar bû.

Li Metînayê

Di 22’ê Tîrmehê saet 21:40’an de helîkopterên êrîşê yên xwestin Herêmên Berxwedanê ya Girê Amediyê bombebaran bikin, hatin hedefgirtin. Piştî mudaxeleya hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

Di 22’ê Tîrmehê saet 22:40’an de helîkopterên Skorsky ên ku dixwestin li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê leşker bi cih bikin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin derbkirin û ev helîkopter beriya ku dakevin neçar man ji qadê derkevin.

Roja 23’ê Tîrmehê di saet 12:40 û 17:15’an de hêzên me bi taktîkên sabotajê derb li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, hatiye xistin.

Di 23’ê Tîrmehê saet 19:05’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê FM ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve ên YJA Starê ve bi taktîkeke sekvaniyê hatine gulebarankirin û dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 23’ê Tîrmehê saet 23:40’î de, qereqola Kanî Masî ya artêşa TC a dagirker a li Metînayê ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve yên YJA Starê ve hatiye hedefgirtin. Di vê çalakiyê de çepera ku hatibû hedefgirtin hate rûxandin û 2 dagirkerên hatin cezakirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.