- Berdevkê HPG’ê Yektaş: Ji ku derê êriş li dijî gelê me bê kirin, ji bo me erk û wezîfe ye ku bi rengê fedayî em gelê xwe biparêzin. Weke HPG em amade ne xelkê xwe yê li Kerkûkê biparêzin.
Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş got, “Liv û tevgera DAIŞ‘ê ya li derdora Kerkûkê encama planekê ye û ji dewleta Tirk cuda nîne.” Serdar Yektaş got, “Em amade ne gelê xwe yê li Başûr biparêzin.”
Kurtay Serhat ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hevpeyvîn bi, berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG‘ê Serdar Yektaş re kiriye.
Serdar Yektaş bi bîr dixe ku tevgera DAIŞ’ê ya li derdora Kerkûkê veguheriya êrişên darîçav: ‘’Ev liv û tevger niha veguheriye êrişên darîçav. Mirovên me yên sivîl û pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê şehîd bûn. Bi vê boneyê em sersaxiyê ji malbatên pêşmergeyên şehîd û ji tevahiya gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê re dixwazin. Şervanên azadiyê yên gelê Kurd DAIŞ têk birin, wê jinûve dest bi êrişên li dijî gelê me kiriye, ev yek fikaran çêdike.’’
Mesele dîsa Tirkiye ye
Berdevkê HPG’ê Serdar Yektaş got, êrişên DAIŞ’ê li derdora Kerkûkê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji hev ne qut in: ‘’Liv û tevgera DAIŞ‘ê ya li Kerkûkê encama planekê ye û ev rewş ji dewleta Tirk cihê nîne. Dema ku mirov bala xwe dide ser daxuyanî û karên hin derdorên bi destê dewleta Tirk li van herêman hatine birêxistin, hingî rewş baştir tê fêhmkirin.’’
Weke berê HPG her fedaî ye
Serdar Yektaş got, ew ê bê dudilî çi lazim be ji bo parastina gelê Başûr bikin: ‘’Ji ku derê êriş li dijî gelê me bê kirin, ji bo me erk û wezîfe ye ku bi rengê fedayî em gelê xwe biparêzin. Weke HPG em amade ne xelkê xwe yê li Kerkûkê biparêzin. Di sala 2014’an de em çawa bi erka xwe rabûn, niha jî ti astengî li pêşiya me nîne ku em vê erka xwe nekin.
Dorgirtina li gerîla bi kêra Kurdan nayê
Li ser bikaranîna hêza leşkerî ê teçhîzatên leşkerî ji bo dorgirtina li gerîlayê Kurdistanê jî berdevkê HPG’ê Serdar Yektaş got, ‘’Ewqas hêza leşkerî û derfet diviyabû ne li dijî gerîla, lê belê li dijî dijminên rasteqîn ên gelê Kurd bi cih kiribûna. Ji ber ku ev yek bi kêrî doza gelê Başûrê Kurdistanê, bi kêrî doza azadiyê ya tevahiya gelê Kurdistanê nayê. Her wiha divê ev yek jî bê zanîn; bi hêzên welê qelebalix û wesayitên zirxî mîna xwepêşandanê, derb nikare li DAIŞ‘ê bê xistin. Tenê bi yekîneyên piçûk derb dikare lê bê xistin. Jixwe, weke HPG’ê dema ku me rêbaz û taktîkên serdema nû ya gerîla diyar kir, yek ji xisûsên herî girîng ku me li ber çavan girt ev bû; bi vê rêbazê li dijî êrişên bi vî rengî encam tê girtin. HPG di vê mijarê de gelekî bi tecrûbe û şareza ye.’’
Bombeya li Sêrtê propagandaya AKP’ê ye
Li ser îdîaya êrişeke bombeyî ya li dijî serokkomarê AKP’ê Erdogan a li Sêrtê jî Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş wiha peyivî:
‘’Ti elaqeya bûyera bombeyê bi me re nîne. Dibe ku ev yek senaryoyeyek be ku AKP’ê amade kiriye. Rejîmeke faşîst û şefê wê dibe ku êdî ji rojevê, ji hal ketibin. Dibe ku ji bo AKP’ê bi rengekî cuda bixin rojevê û xwe weke mexdûr nîşan bidin, ev yek kiribin. Tê gotin, bombeya hatiye bidestxistin 1.5 kîlo ye. Her kes zane ku teqemeniyeke wiha qet bandorê li wesayiteke zirxî ya ji bo serokkomar nake. Ji ber vê yekê ya hatiye gotin nerast e, ji bo propagandayê ye.’’