HPG: Êrişên Artêşa Tirk dewam dikin

Duşem 5 Hezîran 2023 - 00:22

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker 152 caran bi obus, tank û çekên giran 13 caran bi balafirên şer û 2 caran jî bi teqemaniyan êriş biriye ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişan kite bi kite ev agahî dan:

 

Li herêma rojavayê Zê (Zapê)

1’ê Hezîranê saet di 10:40 û 23:10’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê ketin nava liv û tevgerê, êriş birin ser hêzên me, hêzên me jî bersiv da wan û pêşî li tevgera dagirkeran girt.

2’ê Hezîranê saet di 11:40’î de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê ketin nava liv û tevgerê, êrişî hêzên me kirin, hêzên me yên YJA Starê bi çekên ferdî bersiv da wan, di encamê de dagirkerek hate cezakirin, pêşî li tevgera dagirkeran hate girtin.

 

Li herêma Metînayê

31’ê Gulanê saet di 08:00 de dagirkeran êriş bire ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî, hêzên me jî bersiv da wan. Piştre qada berxwedanê bi obusan hate bombekirin.

 

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

1’ê Hezîranê li Xakurkê qadên Ava Lolanê, Sinînê, Goşînê û Girê Şehîd Hawar 8 caran, 3’ê Hezîranê li Garê qadên Deşta Kafya û Girê Zengilê 2 caran, li rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

1 û 2’ê Hezîranê li rojhilatê Zapê qada Sîdayê, li rojavayê Zapê çeperên li Girê Cûdî, Girê Amediyê û Girê FM’ê, li Metînayê Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Piling, li Xakurkê Girê Şehîd Hakî, Girê Şehîd Kamûran û Ava Lolanê 152 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

1’ê Hezîranê saet di 09:20’î de li rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 2 caran bi teqemeniyan hate bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 2’ê Hezîranê li herêma rojavayê Zapê êriş bir ser çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, hewl da bi kepçeyan çeperan hilweşîne.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.