HPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Pêncşem 23 Adar 2023 - 00:56

HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Metîna şehîd ket, eşkere kir û got, "Hevrêyê me li dijî êrişên dijmin temsîliyeta fedaîtiya Apoyî kir û heta nefesa xwe ya dawî ev sekna xwe dewam kir."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişkariya artêşa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û wiha got;

21'ê Adarê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

21'ê Adarê li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM'ê, li qadên Geliyê Lolan, Girê Şehîd Kamûran û Girê Şehîd Heqî yên Xakurkê û li qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 103 caran bi obus, tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

 

Delîl Çiyager li Metîna şehîd bû

23'ê Mijdara 2022'an li herêma Metînayê di êrişa dijmin de hevrêyê me Delîl Çiyager şehîd bû. Li herêma Metînayê ku berxwedaneke destanî lê hate kirin, hevrêyê me Delîl Çiyager ê di çeperên berxwedanê de bû, di vê pêvajoya dîrokî de weke milîtanekî Apoyî wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cidiyet û biryardariyeke mezin bi cih anî. Li dijî êrişên dijmin, fedaîtiya Apoyî temsîl kir û heta nefesa xwe ya dawî ev sekna xwe dewam kir û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka azadiyê ya gelê me de girt.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Delîl Çiyager ku bi ked û zehmetieyke mezin ewladê xwe yê leheng mezin kir û tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

HPG´ê ji bo şehîd Delîl Çiyager got, “Hevrêyê me Delîl li Mêrdînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî ji ber sedemên cuda koçî Ewropayê kir, hevrê Delîl neçar ma li wir mezin bibe. Hevrêyê me Delîl ku li dibistanê xwendekarekî jîr û kedkar e, ji xeynî Kurdî, xwe hînî 3 zimanan kiriye. Di sala 2017’an de bi coşeke mezin tevlî nava refên gerîla bû. Di berxwedana ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, qirker a dewleta Tirk a li dijî Heftanînê  de rolek girîng lîst. Hevrêyê me Delîl ku piştre derbasî herêma Metîna bû, tecrubeyên xwe daye hevalên xwe. Di şêwaz û taktîkên gerîlayên serdema nû de asteke girîng bi dest xist, di pratîkkirina şêwaza şerê tîmên gerok de xwedî cihekî girîng e.

Hevrê me Delîl di her firsendê de diyar kiriye ku divê hemû ciwanên Kurd berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bînin û divê hemû ciwanên li Ewropayê dijîn vegerin ser kok û axa xwe. Hevrêyê me Delîl diyar kiriye ku cihê herî zêde cewhera mirovahiyê lê tê jiyîn û wê karibe vê cewherê biparêze û geş bike gerîla ye û rêya berxwedana herî bi rûmet nîşanî hemû ciwanan da."

Delîl Çiyager (Rêzan Bîlkay), li Mêrdînê jidayîk bûye, 23’ê Mijdara 2023’an li Metîna şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.