HPG'ê diyar kir ku li dijî leşkerên Tirk ên li ber Deriyê Sînor ê Gurcubûlakê çalakiyeke 'koordîneyî û hevdemî' li dar xistine. Çalakî li dijî 2 wesayitên Kobra, konek û 2 kozikên dagirkeran hate lidarxistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da: "Hêzên me di çarçoveya pêngava 'dem dema azadiyê ye' de 13'ê Gulanê saet di 19:00 de li qada Glîdaxê ya herêma Serhedê li dijî dagirkerên li ber Deriyê Sînor ê Gurcubûlakê bûn bi koordîneyî çalakî kirin. Ji du baskan ve li 2 wesayitên tîpa Kobra, li konek û 2 kozikên dagirkeran hate xistin. Destpêkê li wesayita bi tîpa Kobra hate xistin û hate îmhakirin, dagirkerên tê de hatin cezakirin. Her wiha derb li wesayiteke din a Kobra û 2 kozikan hate xistin. Dagirkerên ku derb xwarin ber bi kon ve beziyan. Piştre jî ev kon hate îmhakirin û gelek dagirkerên tê de hatin cezakirin.
Dewleta Tirk a dagirker ragihand ku di vê çalakiyê de dagirkerê bi navê Velî Kabalay hatiye cezakirin. Lê belê di vê çalakiyê de gelek dagirker hatin cezakirin, wesayiteke Kobra û konek hatin îmhakirin û derb li wesayiteke Kobra û 2 kozikan hate xistin.
Ev çalakî ji bo hilanîna tola hevrêyên me yên jin hate lidarxistin ku 29'ê Nîsanê li eyaleta Amedê şehîd bûn.
Li Kêste û Asûrî şerekî giran
14'ê Gulanê li qada Zendûra ya herêma Metînayê, dagirkeran saet di 10:00 de hewl dan ber bi gundê Asûrî û Kêste ve bi pêş ve biçin. Hêzên me yên li vê herêmê li dagirkeran dan û şerê ku li herêmê diqewime hîn jî dewam dike.
13'ê Gulanê saet di navbera 22:20 û 00:30'î de li herêma Avaşînê qadên Şukê, Mervanos û mamreşo bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin û bi helîkopterên Skorsky dagirker li herêmê hatin danîn."
ANF/BEHDÎNAN