Gerîlayên Kurdistanê ji bo bibîranîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li Metînayê çalakî li dar xist. Di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik, çekeke A4, bombeavêjek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya Cenga Xabûrê ya li Metînayê ev agahî dan: "15'ê Tîrmehê saet di 06:40'î de li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîneyê çalakiyeke ji du baskan ve hate lidarxistin. Baskê destpêkê ji cihekî nêz ve li kozikekê xist ku 3 dagirker û çeka bombeavêj tê de bûn. Kozik û çeka bombeavêj hatin îmhakirin, 3 dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li kozikekê xist ku 2 dagirker û çekek A4 tê de bûn. Kozik tevî çeka A4 hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de sîstema kamera ya mobesse ya li ser gir ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin."
HPG'ê wekî din da zanîn ku êrişên dagirkeran ên li dijî tunelê şer ên li Werxelê yên herêma Avaşînê dewam dikin û artêşa Tirk çekên kîmyewî û jehrê timî bi kar tîne: "14'ê Tîrmehê saet di navbera 19:00-21:00 de artêşa Tirk a dagirker li qada Werxelê ya Avaşînê bi gazên bi jehr êriş bir ser tunelên şer.
15'ê Tîrmehê saet di 03:30'î de li herêma Avaşînê dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrişî tunelên şer bikin. Hêzên me dest li dagirkeran werdan. Ev teqemenî ji aliyê hêzên me ve hate bêbandorkirin."

BEHDÎNAN