- HPG’ê got, “Artêşa Tirk a dagirker nikare bi pêş ve biçe û li hemberî çeperên şer ên hêzên me her roj bi dehan caran bi çekên kîmyewî bomberdûmanê û sûcê şer dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Artêşa Tirk a dagirker nikare bi pêş ve biçe û li hemberî çeperên şer ên hêzên me her roj bi dehan caran bi çekên kîmyewî bomberdûmanê û sûcê şer dike. Li hemberî hemû rêbazên qirêj ên artêşa Tirk çalakiyên hêzên me dewam dikin. Di encama çalakiyên hêzên me de 4 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.”
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir:
Li herêma Avaşînê
Di 22’ê Gulanê saet di 14.25’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên dora Girê Werxelê yê Qada Berxwedanê ya Werxelê da. Saet di 14.30’an de bi çekên ferdî dîsa li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan de dagirkerek hat kuştin û 2 dagirker jî bi giranî birîndar bûn.
Li herêma Zê (Zapê)
Di 22’ê Gulanê de saet di 14.30 û 15.25’an de artêşa Tirk a dagirker bi çek û teqemeniyên kîmyewî 14 caran çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn da. Êvarî dema ku dagirkeran xwest dîsa çeperên şer bomberdûman bikin, hêzên me bi çekên ferdî li dagirkeran da. Ji ber mudaxeleya hêzên me dagirker qedemeyekê vekişiyan.
Di 22’ê Gulanê saet di 14.30’na de hêzên me bi sekvaniyê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Cehennem a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn da. Li vir dagirkerek hat kuştin. Heman rojê saet di 16.00’an de dagirkeran dema hewl da ber bi çeperên şer ve werin, hêzên me li wan da. Piştî şer kûr dagirker qedemeyekê vekişiyan.
Di 22’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi çekên kîmyewî û teqemeniyan 9 caran bomberdûman kir û piştre xwestin bi pêş ve biçin. Hêzên me dest weda wan, dagirkerek kuşt û dagirker vekişiyan.
Di 22’ê Gulanê de danê sibê artêşa Tirk a dagirker, piştî ku 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurêjahro bombebaran kir, xwest bi pêş ve biçe. Piştî destwerdana hêzên me bi sabotajê, dagirker gavekê vekişiyan.
22’ê Gulanê danê nîvrojê, dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Kurêjahro ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin û dagirkerek hat kuştin.
Di 22’ê Gulanê saet 13:00’an de dagirkeran xwest bi teqemeniyan êrişî çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên li qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bikin; hêzên me bi çekên giran gule li wan barandin. Di encama mudaxeleya hêzên me de, dagirker neçar man qedemeyekê vekişin.
Heman rojê helîkopterên êrîşê yên ku dixwestin herêmê bombebaran bikin, hatin gulebarankirin. Di encamê de helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.
BEHDÎNAN