HPG çiya ji dijmin re nahêle
În 30 Îlon 2022 - 03:28
HPG’ê da zanîn ku gerîla bi 7 çalakiyên nû 12 dagirkerên din kuştine, pê re jî 3 çeper û çekeke A-4 îmha kirine.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê got “Di 7 çalakiyên hêzên me de 12 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de 3 çeper û çekeke A-4 hatiye îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 14 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 11 caran bi balefirên şer, 44 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus û hawanan bombe kir.”
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:
Li Zê (Zapê)
28’ê Îlonê saet di 17.40’an de bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a Qad Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin, 2 çeper û çekeke A-4 hatin îmhakirin, 2 dagirker jî hatin cezakirin.
28’ê Îlonê saet di 19.40’an de tîmên me yên gerok ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sacayê da.
28’ê Îlonê saet di 22.00 û 00.00’an de dagirkeran xwest li dora çeperên şer ên Şehîd Felat a Qada Berxwedanê ya Sîdayê pergala kameraya mobese bi cih bikin, bi çekên ferdî li wan hate xistin.
29’ê Îlonê saet di 06.20’an de tîmên me yên gerok ên YJA Starê bi sekvaniyê yek ji dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê ceza kir.
Li Xakurkê
28’ê Îlonê tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn a li Xakurkê da, çeperek îmha kir, 2 dagirker jî ceza kirin. Dagirkeran hewl da saet di 10.30’î de mudaxeleyî qada çalakiyê bikin, bi çekên giran dîsa li wan hatiye xistin û 4 dagirker hatin cezakirin.
Li Metînayê
27’ê Îlonê hêzên me yekîneyeke veşartî ya dagirkeran a li Girê Şehîd Piling a li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî xist bin kontrola xwe. Hêzên me saet di 09.00’an de bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de yek jê payebilind 3 dagirker hatin cezakirin.
BEHDÎNAN