HPG: 2 dagirker hatin kuştin

Duşem 5 Sibat 2024 - 02:45

Li Xakurkê di çalakiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 4 kamerayên mobesse hatin tine kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da û wiha got:

Li herêma Xakurkê

3'ê Sibatê li hemberî dagirkerên li Girê Şehîd Kamûran çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hate kirin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xist ku çeper çêdikirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi sekvaniyê li dagirkeran xist. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 4 kamerayên mobesse hatin tinekirin.

3'ê Sibatê li Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl

2'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker

31'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl, çeperên me yên şer 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

1'ê Sibatê li herêma Zê, çepera me ya şer a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hate bombekirin.

31'ê Çileyê, 1, 2 û 3'ê Sibatê li herêma Qendîlê qadên Bokrîskan, Kortek, Dola Şehîdan 5 caran, li herêma Garê qadên Yekmalê, Girê Sîser, Girê Reşît 5 caran, li herêma Metînayê qadên Dergelê, Serê Metîna, Bêşîlî 5 caran, li herêma Zê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 7 caran, li herêma Xakurkê qadên Ava Lolanê, Şehîd Şerîf 3 caran; bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

2'ê Sibatê li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.