HPG'ê ragihand ku li herêma Zapê, di çalakiyeke hêzên gerîla de 2 leşkerên dagirker hatine cezakirin û çepereke dagirkeran jî derb xwariye.

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek da.Daxuyaniya ku HPG’ê dayî vî rengî ye:

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li herêma Zapê

28'ê Çileyê saet 13:30'î li derdora çepera şer a Şehîd Diyar hêzên me bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperekê jî derb xwar.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

28'ê Çileyê saet 12:00 li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Li herêma Xakurkê

28'ê Çileyê saet 09:30'î  li Girê Şehîd Heqî hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker

28, 29, 30 û 31'ê Çileyê li herêma Garê Deşta Kafya û qada Yekmalê 2 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm 4 caran, li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Dergelê, Serê Metîna, Bêşîlî 4 caran, li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê 2 caran; bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."

NAVENDA NÛÇEYAN