Hovîtiya Erdogan e!

În 6 Îlon 2024 - 02:50

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî êrişa dewleta Tirk a duh ya li nêzî bajaroka Xelekan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ku di encamê de welatiyê bi navê Muzafer Hisên Xidir û du kurên wê têde şehîd bûn, daxuyaniyek nivîskî parve kir û wiha got:“Hedefgirtina bav û her du kuran a li ser rêya Xelekan-Dukan kiryareke terorîstî, hovane û li dijî hemû exlaqê mirovahiyê ye ku ji aliyê Erdoganê hov ve pêktê.

Diyare hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe di ber xwîna hemwelatiyan de berpirsyar nabînin. Ger ne wisan ba, ma ji vê hovîtî û binpêkirinê eşkeretir çi tiştek din heye! Bav û du kur bi balefirên bê mirov ên dewleta Tirk tên bombebarankirin û di wesayîtê de dişewitin. Divê her Kurdek xwedî wijdan li beramberî van reşkujiyên dewleta Tirk bêdeng nebe. Bêdengî û bêhelwestî rewşê xirabtir dike û jiyana kesê parastî namîne. Divê ev rastî ji aliyê her kesê ve were zanîn tenê bi îrade û xwe rêxistinkirina gelê me, dikarîn dijmin, sîxûr û xwefiroşan bisekinînin. Divê gel xwe biparêze, xayîn û hevkarên dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin û ji welat derxînin.”

Yekîtî pêk neyê êriş dewam dikin

Tevgera Goran jî bi daxuyaniyekê êrişa hovane ya dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got:“Em hevxemiya xwe ji bo vê bûyera diltezîn radigihînin. Heman demê de vê êrişa neheq û hovane ya li ser Herêma Kurdistanê jî şermezar dikin. Ev karesat û hemû dijminatiya ku li Kurdistanê û gelê me yê bindest tê kirin, encama nebûna yekbûna navxweyî ya gelê Kurd e. Ji bo wê jî em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de yekrêzî û yekitiya navxweyî bibe bingeha aştî û aramiya Herêma Kurdistanê. Ger na welat û neteweya me di metirsiyê deye.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.