Êvara roja Pêncşemê ango 3’ê Tebaxê, kolberek bi navê “Hoşyar Emînî Dûsîne” kurê Mihemed xelkê gundê “Dûsîne” ya Banê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat gulebarankirin.

Li gor çavkaniyekê herêmî, ev kolber piştî ku ji sînorê “Hengejale” ya bajarê Banê vedigeriya, li xala kontrolê ya Xorî Abadê, ji aliyê hêzên rejîmê ve gulle lê tê reşandin.

Çavkanî dibêje;’’Hêzên rejîmê bêyî ku hişyariyekê bidin, li xala kontrolê ya ‘Xorî Abad’ komeke kolber dane ber gulleyan. Çavkanî dide zanîn ku hêzên rejîmê demeke ku van kolberan ti bar hilnegirtine ew kirine armanc. Di encama gullebaranê de, gulleyek li serê Hoşyar Emînî dikeve û jiyana xwe jidest dide. Piştî bûyerê cenazeyê veguhestin nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Banê û roja Înê jî cenaze radestî malbata wî hatiye kirin.

KURDPA