Hosteyê xencer û meqesan: Afram

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 31 Çile 2024 - 03:55

Afram Yûnan ji Qamişloyê ye û Suryan e. Afram, bi çêkirina xencer û meqesan hûnera destê xwe bi gel re parve dike. Afram ji 15 saliya xwe û heya niha xençer û meqesan çêdike û her wiha çêkirina xencer û meqesan ji hosteyê xwe Edîb fêr bûye. Ev 40 sal in Afram vî karî  bi keyfxweşî û dilnizmî dike. Her wîha Afram di dikana xwe de zîl û kurtanê hespan jî difiroşe. Afram wiha qala karê xwe yê rojane û fêrbûna pîşeya xwe  kir: “Ev kar nêzî sed sal in tê meşandin. Ez di 15 saliya xwe de ji aliyê hosteyê xwe fêrî vî karî bûm. Dema ez di wî temenî de bûm min ji vê pîşeyê hez dikir, hosteyê min jî bi vê armancê bi salan min fêrî vî karî kir. Niha jî ez pîşeya hosteyê xwe ber bi nifşên nû ve didomînim. Ne tenê gelê Qamişloyê heya ji gund û bajarên cuda jî tên ji bo xencer û meqesan.”  

Afram ji bo cureyên xencer û meqesan wiha axivî:“Ev kar ji bo min tenê ne hezkirin e, pîşeyeke jî. Amûrên ku ez wan çêdikim weke xencerên destikdar û yên destikhestî ne. Weke din xenceran tûj jî dikim, yên ku xirab bûne jî sererast dikim.  Her wiha meqesên ji bo hiriya pezan û meqesên biçûk jî çêdikim û yên xirabe jî sererasat dikim.”

ANF/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.