Hosteyê perestgeha sînemayê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 17 Mijdar 2021 - 23:27

  • “Dema me film çêdikir dayika lîstikvanê me yê sereke ji bo me 15 heb daw çêkirin. Jineke Kurd bû, diçû mal paqij dikirin û xebatkarek bû. Dawên bi neqş çêkiribûn û rojekê ev dawên xweşik avêtibûn ser milê xwe, anîbû setê. Van dawên wê bandoreke wek filmên Pasolini li ser filma me çêkir. Ez naxwazim vê yekê veşêrim, heta dixwazim bin vî tiştî baş xêz bikim û bînim ziman.”

ARDÎN DÎREN

Jean-Luc Godard, ji bo Sergey Parajanov (Sarkîs Paracanyan) dibêje, “Di perestgeha sînemayê de xeyal, ronahî û rastî heye. Parajanov hosteyê vê perestgehê ye.” Tenê ne Godard, her wiha Martin Scorsese jî piştî filmê kopyaya sala 1969’an ya “Rengê Hinarê” restore dike û ji bo li “Festîvala Toronto ya Filman” were nîşandan, hazir dike dibêje, “Di dîroka sînemayê de tiştekî bi vî rengî tine ye, ji ber ku xeyal û dîmenên wî naşibin ti filmê.” 

Wekî din, ji Tarkovsky heta bi Michelangela Antonioni, gelek derhênerên din jî pesnê sînemaya Parajanov dan û sekn û wêrekiya wî ya ji bo sînemayê pîroz kirin. Nexasim jî şêwaz û dîmenên wî yên wek kolajan.

Mirov bi perwerdeyê nabe derhêner

Parajanov, ji bo derhêneriyê dibêje, ew ne karekî wisa ye ku mirov paşê hîn bibe. Li gor wî divê hûn wek derhênerekî werin dinyayê. Yanî divê gava mirov di zikê diya xwe de be bi derhêneriyê rabe û divê dayika mirov jî aktrîst ango hunermend be. Tenê wisa mirov wê karibe ji mîrateya hunermendiyê para xwe bigire. Nexwe derhênerek li dibistana VGIK’ê jî nikare ji bo derhêneriyê were perwerdekirin! Li gel ku ev dibistan di dinyayê de yek ji dibistana herî baş a sînemayê ye. Parajanov esas dibêje, ew wek derhêner hatiye dinyayê, ji lewma ew dibêje, “Diya min û bavê min derbarê huner de ji berê de afirîner û şareza bûn.” 

Divê min rêyek hilbijarta

Gava rejîma Sovyetê wî tawanbar dike û dixe hepsê, qet karê xwe nasekinîne û li wir jî afirîneriya xwe didomîne. Piştî ji hepsê derdikeve 800 xebatên wî amade ne li ber destê wî. Di nav van xebatan de senaryo, wêne, grafîk û kolaj hene;

“Min di hepsê de dest bi xêzkirinê kir û vegeriyam karê grafîkê. Min gelek malzemeyên balkêş afirandin, ew xêzên min ên di tecrîdê de bi min re man. Hevalên min dibêjin, di nav nebûna derfetan de bi xêra kar û giyanê xwe, min xwe gihandiye safîtî û sadebûneke baş. Gava ku ez bi şert û mercên hepsê yên herî dijwar re rû bi rû mam, min fêhm kir ku divê ez ji xwe re rêyekê hilbijêrim; yan ez ê têk biçûma yan jî ez ê bibûma hunermend, wekî din ti rê li ber min tine bûn. Ji ber vê yekê, min dest bi resmandinê kir. Dema ez ji hepsê derketim li gel min 800 karên min hebûn. Hin ji wan karên min, li Êrîvanê hatin nîşandan. Pêşangeh sê mehan vekirî ma. Piştî ku pêşangeh bi dawî bû jî hîna xelk dihatin û diçûn û dixwestin li karên min mêze bikin.”

Dayikeke Kurd û bandora filmên Pasolini

Parajanov filma xwe ya “Rengê Hinarê-Sayat Nova” (the color of pomegranates) ku behsa hozanê navdar ê Ermen Sayat Nova dike, bêyî ku derfet hebin, çêdike. Hunermendên Erîvanê alîkariyê didinê û hema bêje dîmenên filmê hemûyan li dêreke kevn dikêşe. Ne ronahî, ne malzemeyên kamerayê yên baş û ne jî makîneya bayê. Her wiha ew nikare efektên taybet jî çêke ji bo filma xwe. Yanî bi gotina wî “ti tişta wî tinebû!” Lê dîsa jî li gorî wî qelîteya filma wî pirr baş e. Parajanov wiha behsa filma xwe ya “Rengê Hinarê” dike: “Wek qutiyeke ji cewahiran a Îranê ye. Çavên mirov ji xweşikiya wê ya derve têr nabin û qewartinên bêhempa hene li ser vê qutiyê. Dûre gava mirov vê qutiyê vedike, di hundirê wê de bêhtir xemlên Îranî hene. Ez dikarim vê filma tenê wisa rave bikim. Dema me film çêdikir, dayika lîstikvanê me yê sereke ji bo me 15 heb daw çêkirin. Jineke Kurd bû, diçû mal paqij dikirin û xebatkarek bû. Dawên bi neqş çêkiribûn û rojekê ev dawên xweşik avêtibûn ser milê xwe, anîbûn setê. Van dawên wê bandoreke wek filmên Pasolini li ser filma me çêkir. Ez naxawzim vê yekê veşêrim, heta dixwazim bin vî tiştî baş xêz bikim û bînim ziman.” 

Her sekansek bi serê xwe filmek e

Parajanov tenê ne derhêner e, ew di heman demê de garfîker, kolajvan û wênesazekî xurt bû jî. Jixwe, filmên wî jî bêhtir dişibin kolajên dîmenan. Nexasim jî filma “Rengê Hinarê” bêyî ku kamera xwe tevde û bê diyalog, hatiye sazkirin û her dîmen yan jî sekans bi serê xwe wek filmekê ye. Ew bi girêdana dîmenan yan jî van kolajan xeyalsaziyeke berfireh diafirîne di warê sînematografiyê de. Zimanekî resen yê berriyê ye zimanê wî yê sînemayê, lewre, kes nikare zû bi zû vî zimanî teqlîd bike. Ji çanda devkî û folklora herêma Qafqasyayê, ji muzîk û zimanên herêmê sûdê werdigire û di filmên xwe de bi kar tîne. Yanî Ermen jî, Kurd û Gurcî jî dikarin bi rehetî çanda xwe di vê filmê de bibînin. Ewqasî şareza ye di vî warî de.  
Di filma “Rengê Hinarê” de di sekansekê de dengê muzîka “Lo lo miho” ya ku Fatima Îsa dibêje jî heye. Ji ber ku di filmê de diyalog û tevgerên kamerayê tine ne, muzîk bêhtir li pêş in. Muzîkjenê Ermen Tigran Mansurian mûzîkên bêhempa çêkirine ji bo filmê û di ciyekî de jî muzîka “Lo lo miho” û dengê Fatima Îsa bi cih kiriye. 

‘Ez ê li Ermenistanê bimirim’

Parajanov, yek ji derhêner û hunermendên herî afirîner ê sedsala 20’an bû. Her tim digot sê welatên min hene, “Ez li Gurcistanê çêbûm, li Ukranyayê xebitîm û ez ê li Ermenistanê bimirim.” Parajanov, piştî nexweş dikeve, demekê li Parîsê dimîne lê gava nexweşiya wî giran dibe û bi mirina xwe dihese, dixwaze vegere Erîvanê. Sala 1990’î li Erîvanê diçe ber dilovaniya xwedê. Piştî salekê, li ser navê wî li Erîvanê muzexaneyek tê vekirin û kar û xebatên wî li wir tên nîşandan.

Sovyetê ew girt û sansur kir

Parajanov, ji ber ku sînemavanekî dijber e û hin polîtîkayên Sovyetê rexne dike, çend caran tê girtin û di navbera salên 1974 û 1978’an de li Ukranya û Tiflîsê di hepsê de dimîne. 15 salan nahêlin ku ew filman çêke. Filmên wî tim tên sansurkirin û ew jî gelek caran wek sirgûn dijî. Parajanov dibêje, “Nedihiştin ku ez filman çêkim, min jî xwe da karê kolajê.

Kolaj, filma lihev hatiye şidandin e.” Lê ji ber ku êdî li dinyayê dihat naskirin, gelek nivîskar, sînemavan û rewşenbîr lê xwedî derdikevin û ji bo ji hepsê derkeve îmzeyan kom dikin. Bêhtir, Fransî piştgiriyê didinê û li wî xwedî derdikevin. 

Çavkanî:  Hevpeyvîna Ron Holloway a sala 1988’an di dema “Festîvala Filman a Munchenê” de bi Sergey Parajanov re kiriye.

Li VGIK’ê Sanchenko nas kir

Parajanov, sala 1924’an li paytexta Gurcistanê Tiflîsê hatiye dinyayê. Ji malbateke Ermen e. Kalikê wî ji bo karê xwe rehet pêk bîne, di dema çar de paşnavê xwe yê “Paracanyan” guhertiye û kiriye “Paracanov”. Parajanov sala 1946’an li VGIK’ê (Enstîtûya Sînemayê ya Moscovê ya Dewletê) dest bi xwendina sînemayê dike û ji vê înstîtûyê ji gelek mamosteyên Rûsî yên navdar dersên sînemayê digire. Her wiha derhênerê navdar Dovjenko jî dikeve dersên wî û ji wî gelek hez dike.

Parajanov li gel derhênerê Rûsî Savchenko, wek asîstan dest bi kar dike û bi vî awayî derhêneriya xwe xurt dike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.