Hostekara kilaşên Sinê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 21 Tebax 2022 - 21:03

  • Jina ciwan Sumeye li Sine kilaşan çêdike. Ew jinên ku ji bo kilaşan dihûnîn bibin xwedî maf. Ji bo wê jî ew dixwaze siberojê çalaktir bibe, bike ku jin piştgiriya hev bikin û ji bo parastina mafê hev bixebitin. 

HÎMA RAD / JÎNHA/SINE

Pêlavên “kilaş” ên çanda taybet a herêma Hewramanê ya Kurdistanê ne. Dîroka wan jî êdî hezar sal li pey xwe hiştine. Pêlavên sivik, ji siheta canê mirov re baş û xwezayî ne ev pêlav û li Sine hostekareke wan a jin heye. 

Ev pêlavên hanê sivik û ji siheta canê mirov re baş in, û hem jî bi temamî bi deastan tên çêkirin. Ti pêvajoyên otomasyona wan nînin. Gelek kes hîna jî wan li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê tercîh dikin. 

Pêlavên “kilaş” ji du beşên cuda pêk tên. Binê pêlavê û beşa jor a bi têlên pembû yên qalind tê çêkirin. Binê “kilaşê” jî bi danîna perçeyên çermê ajalan tê temam kirin.

Li Rojhilat hoste jin in

“Kilaş” ji bo her kesê biçe serdana Hewremanê yan jî çanda wê meraq bike, tiştekî bivênevê ye. Pirraniya xelkê deverê dizanin ka kilaş çawa tên çêkirin, hin jê jî ehlê vî karî, yên din jî hostekar in. Xelk îro jî “kilaş”an li xwe dike, dike piyên xwe, lê herî zêde di şahî, dawet û rojên taybet de. Lê çêkirina van kilaşan gelekî zehmet e. Ji serî heta binî ev pêlav bi destan tên çêkirin. Di nava hostekarên kilaşan de li Rojhilatê Kurdistanê bêhtir jin derdikevin pêş. 

Ji bo jinan Kkarsaz e jî

Sumeye Hebîbî yek ji wan jinên kilaşçêker e. Sumeye ya 31 salî ev heft sal in weke pîşeyê xwe yê sereke vî karî dike. Ew di heman demê de weke karsaz ji bo wan jinan derfetên kar hildiberîne, yên ku bixwazin wekî wê bixebitin. Esas wê li zanîngehê lîsansa xwe di warê zanistên perwerdehiyê de çêkiriye. Lê niha kar û pêşeyê wê kilaşçêkirin e. Ew debara xwe jî bi vî karî dike. 

Sumeye Hebîbî ji min re dibêje, ji sala 2015'an ve ew debara xwe bi vî karî dike. Gava ew bi min re dipeyive, yek ji kilaşan di destê wê de ye. Sumeye Hebîbî jî bi bîr dixe ku bêhtir xelkê Hewramanê vî karîd dikin û lewma welatê ku ku kilaş lê parçeyek çanda resen in, Hewraman e. 

Bi temamî xwezayî ye

Hosteya ciwan Sumeye îşaret bi qencî û başiyên kilaşan dike û dibêje, “Qet zirarê nade jîngehê, ji ber ku bi giştî ji berhemen xwezayî tê çêkirin. Ji ber ku ew bi lingên wan kesan re ku wê li xwe dikin, ahengê çêdike, xwêdan jî nake û ji bo meşên dirêj jî qet nabe sedem ku di laş de êş çêbibe.” 

Sumeye Hebîbî dibêje, dema pandemiyê ji bo wan zehmet bûye, lewma wê çêkirina kilaşan nerawestandiye, lê nekariya beramberê keda xwe bigire: “Em bi krediyan bi zorê li ser piyan dimînin û divê kredî werin dayîn. Di vê qonaxê de ev pirr zehmet e. Beriya koronayê me kilaş difirotin Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê, lê bi pandemiyê re karê me rawestiya. Lê me hilberîna kilaşan dewam kir.”

Hilberîneke hevpar a jinan

Sumeye Hebîbî anî ziman ku bi taybetî beşa hûnandinê ya pîşeyê, bi giranî jinan dikir û îroj jî ew dikin: “Jinên dihûnîn bi awayekî serbixwe dixebitin û mixabin ti mafê wan jî tine. Ez dixwazim siberojê çalaktir bim, bi zêdetir jinan re hevpar bixebitim, em piştgiriya hev bikin û ji bo parastina mafê hev bixebitin.” Sumeyeh Hebîbî anî ziman ku ew dixwaze hostekariya vî pêşeyî dewam bike û bi pêş bixe da ku jin debara xwe bikin, abora xwe baş bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.