- Di 20-23’ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov du caran bajarê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de 2 sivîl û 3 şervanên QSD`ê şehîd bûn.
Şêniyên navçeya Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwepêşandanekê bi diruşmeya "Na ji êrişên dagirkerya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re", banga li civaka navneteweyî kir da ku meydana hewayî li balafirên dewleta Tirk bigirin.
Di 20-23’ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov du caran bajarê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de 2 sivîl û 3 şervanên QSD`ê şehîd bûn.
Xwepêşandanê ji navenda Komîteya Perwerdeyê ya navçeya Holê dest pê kir. Xwepêşandan li meydana bakurê bajar veguherî mitîngê. Piştre li ser navê eşîrên navçeyê, saziyên sivîl û partiyên siyasî axaftin hatin kirin.
Li ser navê rûspiyên êşîrên Holê, ji eşîra El-Xewatna, Mehmûd El-Xelef gef û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê red kirin.
Rûspiyên navçeyê her wiha bang li civaka navnteweyî kir da ku bi rêya girtina qada hewayî li balafirên Tirk, piştgiriya QSD’ê bike da ku sûcên dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriyê rawestîne.
Ji rêveberên Kongreya Star, Newroz Ehmed jî bang li welatên garantor kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û sûcên dagirkeriya Tirk ên hîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin, rawestînin.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a navçeya Holê, Meysa El-Ehmed jî got, tişta ku dagirkeriya Tirk dike ji ber têkçûna AKP'ê di hundirê Tirkiyê de ye.
ANHA/HESEKÊ