Parlamena Holandayê, Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li dijî Êzîdiyên Şengalê weke jenosîd yanî qirkirin qebûl kir.
Pêşnûmaya parlamentera Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDA) Anne Kuik, li parlamenê kete ber dengdanê. Pêşnûma bi yekdengî hate qebûlkirin.
Di pêşnûmayê de tê diyarkirin ku Parlamena Ewrûpayê, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê, Civata Nûneran a Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê, Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Sûriyê û parlamena Belçîkayê, kirinên hovane yên çeteyên DAIŞ'ê li dijî Êzîdiyan, Mesîhiyan û civakên din ên etnîk û dînî, weke sûcên li dijî mirovahiyê û jenosîdê nas kirine.
Jinûveavakirina Şengalê
Di dewama pêşnûmayê de tê gotin:
Parlamen diyar dike ku DAIŞ'ê li dijî civaka Êzîdî jenosîd kiriye, sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîne.’
Li gel vê yekê, têkildarî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an 4 pêşnûmayên din jî hatin qebûlkirin:
- Di dadgehkirina DAIŞ'iyan li Holandayê de, divê dengê qurbaniyên Êzîdî jî bê bihîstin û mafê tezmînatê bê naskirin.
- Ji bo edaletê, dadgehkirina çeteyên DAIŞ'ê, yên ji derve çûne herêmê û sûc kirine jî di nav de, li herêmê pêk were.
- Divê fona alikariya ji bo piştgiriya jin û zarokên Êzîdî ku bûne qurbanê hovîtiya DAIŞ'ê bê zêdekirin.
- Divê hikûmet piştgiriyê bide jinûveavakirina Şengalê.
AMSTERDAM