Festîvala Filman a Hong Kongê a 45'an 1'ê Nîsanê dest pê kiribû. Xelatgirên festîvalê pêr hatin eşkerekirin.
Filma bi navê “The Day is Over (Roj qediya)” bi derhêneriya Qi Rui xelata filma herî baş a bi Çînî wergirt. Serpêhatiya keçekê ku li dibistanê hevalên wê henekên xwe pê dikin mijara filmê ye. Filma The Wasteland (Welatê jidestdayî) ya derhênerê Îranî Ahmad Bahrami jî xelata filma herî serketî ya biyanî wergirt.
Derhênerê Kurd Hogir Hirorî jî bi filma xwe ya li ser rizgarkirina jinên Êzîdî yên di destê DAIŞ'ê de a bi navê Sabaya xelata juriyê wergirt.
NAVENDA NÛÇEYAN