Hizbulkontra bi cih dikin

Şemî 23 Îlon 2023 - 00:05

  • Pîro Dêrsim: Eger pêşengî, rêxistinbûn û têkoşîneke li ser bingehekî rast were bipêşxistin, ev pêvajoya zext û hovîtiya li zindanan wê bi dawî bibe.

Endamê Komîteya Girtîgehan a PKK'ê Pîro Dêrsim beşdarî bernameya taybet a Radyoya Dengê Gel bû û têkildarê êşkenceya hovane ya “girêka berazan” ku di pêvajoya dawî de li girtîgeha Panosê li dijî girtiyên jin hatî pêk anîn nirxandin kir û got, êşkenceya ‘girêdana berazan’ ku bi destê Hizbulkontra tê kirin, di bibîranîna gel de hêj zindî ye. Dêrsim bal bire ser tifaqa faşîzma AKP-MHP'ê û Hizbulkontra, got, ew bi guman in ku di dema pêş de gelek Hizbulkontra di zindanan de bên bicihkirin û li dijî girtiyên siyasî wan bikin dewrê.

Dêrsim got, "Eger pêşengî, rêxistinbûn û têkoşîneke li ser bingehekî rast were bipêşxistin, ev pêvajoya zext û hovîtiya li zindanan wê bi dawî bibe."

Divê rewşa tecrîdê qebûl nekin

Endamê Komîteya Girtîgehan Pîro Dersîm di bernameyê de tecrîdkirina mutleq a Rêber Abdullah Ocalan, belavkirina tecrîdê li ser civak û zindanan, rewşa dawî ya zindanan, îhtîmala êrişa avahiya paramîlîter a rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li ser zindanan û li hember vê çi divê bê kirin, nirxandin.

Dêrsim, diyar kir ku ew salvegera 25´an a Komploya 9’ê Cotmehê li pey xwe dihêlin û got, “Dijmin dixwaze ku em tecrîdê asayî bibînin û bi tecrîdê re bê Rêbertî bijîn. Divê em milîtanên Rêber Apo, kadroyên ku heta mirinê bi wî ve girêdayî ne, bi rastî vê qebûl nekin. Divê em ji bo vê têbikoşin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Divê kes nebêje, ‘şertên vê yekê nînin.’ Berovajî, şert û mercên wan ji her demê zêdetir in. Tevgera me demek berê, pêngava "Dem Dema Azadiyê" dabû destpêkirin. Vê pêngavê civaka ku bandor lê kir, bi awayekî girîng seferber kir. Vê gavê ji sala 2020’an vir ve di têkbirina gelek konseptên êrişa dijmin de bandoreke cidî kiriye. Divê em vê gavê bigihînin asteke bilind. Ez bawer dikim ku di salvegera Komploya 9'ê Cotmehê de pêvajoyeke têkoşînê ya ku wê ber bi asteke gelekî bilindtir ve biçe û encamê bigire, wê derkeve holê.”

Bê tirs û fikar têbikoşin 

Dêrsim, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ti ferqa zindanê û derve nemaye û got, “Faşîzmeke welê heye ku dest werdide her aliyê jiyanê. ‘Rabûna li ber tecrîdkirina Rêber Apo, daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo, daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, rabûna li ber hovîtiya di zindanan de’ jî tê wateya têkbirina faşîzmê. Lewma divê her kes bi vê hişmendiyê tevlî têkoşînê bibe û tirs û fikaran li pey xwe bihêle. Hevrê Mehmet Tûnç li Cizîrê pîvanên welatparêziyê bilind kirin. Hevrê Şakir Tûran ku di zindanan de şehîdê dawî bû, asta welatparêziyê hîn zêdetir bilind kir. Ji ber vê yekê, divê her welatparêz, her kes, her sempatîzan, her kurdekî birûmet, xwedî wijdan ku li dijî faşîzmê ye, dostên gelê kurd, pêkhateyên demokratîk hemû, bê tirs û fikar di asteke aktîf de beşdarî vê pêvajoyê bibin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.