Hîvron bi albûma ‘Rûbar’ vegeriya

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Sibat 2025 - 00:20

Hunermend Nusret Îmîr ku ew di qada muzîka Kurdî de weke “Hîvron” tê zanîn û bi vî navî gelek albûm derxistibûn, albûmeke nû ya bi navê “Rûbar” derxist.

Hîvron piştî demek dirêj bi 8 stranên nû li hemberî muzîkhezên Kurdî ye. Albûma bi navê “Rûbar” li ser hemû platformên medyaya civakî tê peydakirin. 

Gelek gotin û awazên van stranan ji hêla Hîvron ve hatine nivîsandin. Hîvron bi şêwaza xwe ya henûn û dengê xwe yê zîz albûmeke xweşik li arşîva muzîka Kurdî zêde kiriye.

Navê stranên di albûmê de cih digirin ev in; rûbar, firfirok, şiyar be, xeyal, lîlav, war, çav û xem.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.