Hişkesalî û xwecihbûn

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 30 Adar 2023 - 05:24

Wênegirê Kenyayî Migwa Nthiga bi koleksiyona wêneyên bi navê “Walks Of Life” (Meşên jiyanê) li wan kiriye berê xwe dide jiyana xelkên xwecihî. Ji bo karibe van wêneyan bigire nexasim xwecihên Nilotîk ên Kenyayê nas kiriye û bi wan re xebitiye. Wî jiyana xelkên xwecihî ya rojane şopand û li qeraxa Gola Turkana, dîmenên xweşik ên miletê “Nîlotîk” girtin. Xelkê Nîlotîk ji ber hişkesaliyê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye û ji bo debara xwe bike, li rêbazên nû geriyaye. Migwa Nthiga bi girtina portreyên xweşik hem çanda xelkên xwecihî nîşan dide û hem hişkesaliya li dinyayê dinirxîne. 

 

Wêneyên Migwa Nthiga pirr afirîner û xweşik in. Wî ronahî pirr baş bi kar aniye û wêneyên wî diyariyên çavekî çê ne. Her wiha qelîteyeke sînematîk jî di wêneyên wî de xwe dide der û ew bi van wêneyên xwe serpêhatiya xelkên xwecihî tîne ziman. 

Migwa Nthiga piştî zanîngeh bi dawî kiriye, bi salan di karên reklaman de xebitiye û wênegiriya xwe bi vî awayî bi pêş xistiye. Wî ji bo xelkê, gelek kar birine serî, lê ji bo xwe kêm caran karên bi vî awayî kirine. Piştî xebata 10 salan ya di warê reklamê de wî xwestiye serpêhatiyên insanan bike belge û bala wî çûye ser wênegiriya belgeyî. Bi saya wênegiriya belgeyî, ew li gelek deveran geriyaye û ev ger û geştên wî jê re bûne tecrûbeyeke baş. Heta, ew van gerên xwe ji perwerdeya zanîngehê baştir dibîne û bingehê wênegiriya xwe bi saya van wêneyên belgeyî qewîtir dike. Ew xwe di vî karî de ji karên reklamê bêhtir azad û serbixwe hîs dike. 

Argûmanên şaş ên biyaniyan

Dema wênegirên biyanî tên welatê wî Kenyayê, bi nihêrîneke şaş xelkên xwecihî belge dikin û bi çavekî tûrîstîk li çand û jiyana wan dinihêrin. Ev nihêrîna şaş a wênegirên biyanî, wî aciz dike û dike ku ew dest bi girtina rêzewêneyên xwe yên “Walks Of Life” bike. Li gorî wî wênegirên biyanî rastî nedigotin, û xelk û civak jî bi argûmanên şaş dinirxandin. Her wiha karên wan ji bo xelkên xwecihî nîqaşake sûdewar jî dernedixist holê û bi pêşdarazî nêzîkî pirsgirêkên wan dibûn. Wan bi rojevên rojane serpêhatiyên wan digirtin kamerayê û ji rastiyê pirr dûr bûn. Li gel ku ev projeya yekem a Migwa Nthiga ye jî, wî ji bo projeya xwe haziriyek baş kiriye û ji bo pirsgirêkên avûhewayê baştir fêhm bike, li xelkên xwecihî yên Nîlotîk guhdarî kiriye û li wan rêbazan kolaye, yên ku van xelkan bi pêş xistine da ku siberojê insanên din jî di vê meseleyê bigihîjin. Yanî wî tenê karê xwe nebiriye serî, lê ew her wiha ji bo pirsgirêkên xelkên xwecihî werin çareserkirin, li çareyan geriyaye.

 

Migwa jî ji wan e

Nexasim jî şivanên li welatê wî, ji ber hişkesaliyê mecbûr dimînin ku tim cih biguherînin û koçî deverên cuda bikin. Migwa Nthiga rêbazên xelkên koçber û şivanan ên li hember hişkesaliyê belge kirine da ku siberojê xelkên din jî van rêbazan zanibin û li gorî wê xwe biparêzin. Migwa Nthiga dide zanîn ku li Efrîkayê di van salên dawiyê de pirsgirêka herî mezin hişkesalî ye û ji ber vê yekê, aloziya avûhewayê heye. Ji bo çareserî werin peydakirin, ew dixwaze li gelek welatên Efrîkî bigere û bi belgeyan pirsgirêkên avûhewayê nîşan bide. Wî bi vê armancê ev wêne girtine û nexasim jî xelkên xwecih ên Efrîkî bala wî dikişînin. Ji ber ku ew jî endamekî yekî ji wan xelkên xwecihî ye, dixwaze vî karî baştir bike. Ew dixwaze ku serpêhatiya xelkên xwecihî neyê berevajîkirin.

 

Biyaniyan ew îstîsmar kiribûn

Migwa Nthiga behsa zehmetiya vî karî jî kiriye; “Dema me dest bi vê projeyê kir, xelk nerazî bû. Ji ber ku beriya niha gelek kes hatibûn û bêyî ji wan fêhm bikin dîmenên wan girtibûn. Biyaniyên ku hatibûn wêne û dîmenên wan girtibûn, ji wan xwaribûn û ew îstîsmar kiribûn. Ji ber ku ez jî yek ji wan bûm, min xwe bi wan da qebûlkirin. Me bi hev re wexteke baş derbas kir û di navbera me de hevkariyeke baş ava bû. Lê ji bo ew jiyaneke baştir ava bikin, divê pirsgirêkên hişkesaliyê werin çareserkirin.”

Xewnên pêknehatî yên mirovên nûjen!

Migwa Nthiga çanda xelkên xwecihî ya ku insanan ber bi xwe ve dikişîne jî bi vî awayî nirxand; “Gelek kes çanda xelkên xwecihî yên Efrîkî meraq dikin. Tiştekî bi efsûn, me ber bi wan ve dibe. Esas, mirov dixwazin têkiliyekê bi xwezayê re çêkin û jiyana wan a besît bala xelkê dikişîne. Ji lewre, mirovên nûjen ji xwezayê dûr ketin û dan pey xewnên ku ti carî wê pêk neyên. Yanî ew li derveyî rastiya jiyanê man. Dema ew bi pey wan xewnan ketin jî zirar dan dinyayê. Lê ew vê yekê baş dibînin ku xelkên xwecihî di nav xwezayê de bi aramî dijîn. Li gel ku jiyana wan ji rêzê ye jî, jiyana wan bi mane ye. Ew bi awayekî ruhî û jidil bi me re depeyivin ji ber vê yekê, jiyan û çanda wan bala me dikişîne. Gelek biyaniyên ku tên wêneyên wan digirin jî ew kes in ku xewnên wan pêk nehatine û pêdivî bi vê yekê dibînin ku bi jiyana besît a xelkên xwecihî bi ser hişê xwe ve werin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.