Peykersaz Salman Khoshroo ji hirî peykerên xweşik çêdike. Bi malzemeyên sade encamên balkêş derdixe holê. Nexasim jî portreyên wî yên ku bi hirî çêkirine balkêş in.
Salman Khoshroo ji bo peykerên xwe yên ji hirî dibêje; “Min hirî weke darbeyên firçeyan li hev rast kirin û encamên bi vî awayî derketin holê. Min bi piştî ceribandinan malzemeyekî ku ez dûrî wî bûm kifş kir. Barê teknîkên berê pirr giran in lê bi hirî ku ew malzemeyekî sivik e, min teknîkeke nû kifş kir û ev teknîk karên min hêsantir kir.”
Salman Khoshroo di sala 1983’an de li Îranê hatiye dinyayê. Wî piçûkatiya xwe li New Yorkê bihurandiye. Lê ji bo zanîngehê bixwîne rêya bi Zanîngeha Neteweyî ya Awistralyayê dikeve û li wir di warê Hunerên Dijîtal de dixwîne. Ew ji sala 2004’an heya îro li Îranê dijî û xebatên xwe yên hunerî li wir dibe serî.
TEHRAN