Hiqûqa navneteweyî kir paçê binlingan

Pêncşem 9 Îlon 2021 - 02:45

Du Suryaniyên piştî dagirkeriya delweta Tirk, çeteyan ew revandin Tirkiyeyê, û dewleta Tirk cezayê muebedê li wan birrîbû, niha ji Hîlwanê sirgûnî Girtîgeha Êlihê kirin. 

Çeteyên dewleta Tirk di pêvajoya êrişa bi ser Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dîl hatibûn girtin. Bi awayekî ku hiqûqa navneteweyî binpê bike, dewleta Tirk ew li nav erdên xwe dadgeh kirin û cezayê muebedê li wan birrî. Rayedarên Tirk ew niha ji Hepsa Hîlwanê ya Hejmara 1’ê sirgûnî Hepsa Êlihê kirin. Gelek kesên li vê hepsê tên ragirtin yên ku çeteyan ew revandine Tirkiyeyê, sirgûnî cihên cuda hatine kirin. Lê têkildarî nav û dîmenên wan de ti agahî nehatin parvekirin.

Cemîl Gerges û Ehmed Casim Sûûd dema parastina gundê Sûriyan ê ser bi Serêkaniyê, ji aliyê çeteyên dagirker ve hatin girtin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê di rûniştina 22’yê Hezîranê de bi hinceta ‘Xirakirina yekîtî û yekparebûna dewlet-welat’ cezayê muebedê li wan hatibû birrîn. Hate ragihandin ku hejmara welatiyên Sûrî yên ku çeteyan ew revandine Tirkiyeyê yan jî hêzên leşkerî yên dewleta Tirk ew revandine, zêdetirî 130´î ye.  

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.