Hindik maye gurçika wî xira bibe

Duşem 12 Tebax 2024 - 01:15

Ozcan Babayîgît ê ku ji 2016’an ve girtî ye li gel ku nexweş e jî nayê emeliyatkirin, dayika Babayîgît Dirayet Babayîgît got heke kurê wê neyê emeliyatkirin wê gurçika wî xira bibe, tedawiya kurê wê nayê kirin, ev weke ‘zilm’ê pênase kir û got çi jî bikin wê nikaribin wan ji têkoşînê dûr bigirin.

Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyê bi navê Ozcan Babayîgît ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Oltû ya Erziromê her diçe zêde dibin. Babayîgît di sala 2016'an de li Agiriyê  hate girtin û bi giştî 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Babayîgît hate birîn. Nexweşiyên gurçikan, prostat û mîdeyê bi Babyîgît re hene. Ji ber ku nayê dermankirin her diçe tenduristiya wî xirabtir dibe.  

Dayika Babayîgît, Dîrayet Babayîgît bal kişand ku kurê wê ji ber xebatên siyasî hatiye girtin û got ku ji bilî sewqkirina nexweşxaneyê tu tişt nehatiye kirin. Dayik Babayîgîtê got: "Nexweşiyên gurçik, prostat û mîdeyê bi kurê min re hene. Tevî ku rakirin nexweşxaneyê jî dermanên pêwîst nehatine dayîn. Ji ber ku nexweşîna prostatê di wextê xwe de nehat emeliyatkirin, bandor li gurçikên wî kir. Rewşa wî ya tenduristiyê her diçe xerabtir dibe. Nikare jiyana xwe bidomîne. Ger di wextê xwe de neyên dermankirin, metirsî heye ku gurçika wî ya din jî biçe." 

Ev zilm e

Babayîgîtê bertek nîşan da ku çima kurê wê nayê dermankirin û wiha got: "Çima hûn wî derman nakin? Ji bo ku kurê min cezayê xwe biqedîne 7 meh maye. Heke hûn wî derman nekin, berdin em zarokên xwe derman bikin. Ev zilm e û heta ev zilm bidome wê rewşa Tirkiyê baş nebe.” 

Nikarin me ji têkoşînê dûr bixin

Dayik Babayîgîtê wiha berdewam kir: "Em li cem zarokên xwe ne. Bila gelê Kurd li dijî vê zilmê bibe yek û em ji vê zilmê xilas bibin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bên cem hev. Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd tu pirsgirêk çareser nabın. Wê ev pirsgirêk bidome. Nikarin bi girtin û kuştinan me ji doza me dûr bixin. Ji ber vê yekê em destê xwe bidin hev û rojek berî rojekê aştiyê pêk bînin."

MA/AGIRÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.