Hîna bêhtirî 20 cenazeyan wenda ne
Çarşem 29 Kanûn 2021 - 22:15
- Ji 21 ta 24´ê Kanûnê, bêhtirî 30 Kurdên ji Başûrê Kurdistanê di Deryaya Ege de yan mirin yan jî wenda bûn, li gorî weqfa mafê mirovan Lutkeyê.
Ji 21 ta 24´ê Kanûnê, bêhtirî 30 Kurdên ji Başûrê Kurdistanê di Deryaya Ege de yan mirin yan jî wenda bûn, li gorî weqfa mafê mirovan Lutkeyê.
Weqfa Lutke a navenda wê li Hewlêrê, got di van sê rojan de 3 botên penaber dibirin Îtalyayê noqî avê bûne û di encamê de bêhtirî 30 Kurdên ji Başûr yan mirine yan jî wenda bûne. Rêxistina bi karûbarên penaberan dadikeve, di daxuyaniya xwe de got, “Mixabin di çend felaketan de û di noqîavêbûna botên koçberan nêzî peravên Yewnanistanê de gelek koçberên Kurd mirin û gelekên din jî hîna wenda ne.” Ji 21´ê Kanênê heta 24´ê Kanûnê di nava sînorên deryayê yên Yewnanistanê de 3 botên penaberan noqî avê bûn û li gorî rayedaran herî kêm 30 kes di van bûyeran de mirin.
Lê hîna bi dehan kes jî wenda ne. Ji van 30 kesê mirî, piştrast bû ku 9 ji Başûrê Kurdistanê ne. Di daxuyaniyê de Lutke dide zanîn ku hîna 23 penaberên ji Başûr ên li wan botên binavbûyî siwar bûbûn, wenda ne. Li gorî daxuyaniya hefteya bihurî ya Komîseriya Bilind a Penabaran a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ji Çile ta Kanûna 2021´ê de 2 hezar û 500 kesên ku hewl dan di Derya Spî re xwe bigihînin Ewrûpayê mirine, yan jî wenda bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN