Di ser fermana 2014’an a Şengalê re 7 sal derbas bûn, lê hîn jî rewşa 2 hezar û 880 Êzîdiyên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin nediyar e. Her wiha bi dehan gorên komî hîn nehatine vekirin.

Xwe birîndar xilas kir

Elyas Xidir yek ji wan kesan e ku li gundê Koço ji aliyê çeteyan ve hatiye girtin û gulebarankirin. Dema çeteyan welatî gulebaran kirine û avêtine gorên komî, Elyas piştî çete ji wir çûne, bi awayekî birîndar xwe xilas kiriye. Elyas dibêje; “Serê sibehê çeteyan em hemû li dibistana gundê Koço kom kirin. Jin û zilam ji hev cuda kirin. Jin birin qata jor û mêr jî li qat jor hiştin. Piştre serçeteyan xest ku em bibin Misliman, lê me red kir. Li ser vê yekê çeteyan mêr birin derveyî gund û gulebaran kirin.”

80 gorên komî

Li gorî agahiyên Elyas dane, tenê li derdora gundê Koço di rojekê de li 6 cihan komkujî çêbûn.

Li gorî daneyên saziyên mafên mîrovan ên navnetewî û yên Iraqê, çeteyan di nava meha Tebaxê de li 80 deverên Şengal û derdora wê 2 hezar û 293 kes qetil kirin, bi komî binax kirin.

360 hezar kes koçber bûn  

Li gorî lêkolînên heman saziyan, çeteyan di êrîşan de bi hezaran, jin, zarok û mêr revandin, cihên pîroz hilweşandin. Di lêkolînan de amarên têkildar wiha hatine dayîn:

Kesên koçber bûne: 360.000

Zarokên bê bav mane: 1759

Zarokên bê dayîk mane: 407

Zarokên bê dê û bav mane: 2745

Zarokên hatine qetilkirin: 2745

Jinên hatine revandin: 3504

Zilamên hatine revandin: 2869

Kesên bêser û şûn mane: 220

Kesên derketine derveyî welat: 100.000

Cihên pîroz ên hatine hilweşandin: 68

 

Rewşa yên hatine revandin

Di ser fermanê re 7 sal derbas bûn, lê hîn jî rewşa gelek kesên hatine revandin nediyar e, bi dehan gorên komî nehatine vekirin û bi deh hezaran koçberan nekarîne vegerin ser warê xwe. Li gorî raporên saziyên mafên mirovan ên navnetewî, rewşa 1304 jinan, û 1576 mêran ku tevde dike 2880 kes, hîn nediyar e.

ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ - ROJNEWS/ŞENGAL