Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan axivî û anî ziman ku hin mirov hene wekî ku li girtîgehan tiştek naqewime jiyana xwe didomînin û ji bo grevên birçîbûnê jî got: "Her kes divê hesas nêz bibe. Ji dest kê çi tê divê bike, ji bo bidawîanîna vê zilmê."
Li zindanan li dijî tecrîdkirina Rêber Apo û binpêkirinên mafan ên li zindanan ji 27'ê Mijdara 2020'an ve çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bi dor didome. Gergerlîoglû da zanîn ku di 5 salên dawî de li dor 200'î girtîgeh hatine çêkirin û hîn jî tên çêkirin û got; li welêt ji fabrîkeyan bêtir girtîgeh tên avakirin.
Gergerlîoglû, bal kişand ser şert û mercên fizîkî yên li girtîgehan jî û got: “Şert û mercên li girtîgehan pir xirab in û di girtîgehan de di ser kapasîteyê re girtî hene û ev yek di serî de mafê tenduristiyê dibe sedema gelek binpêkirinên mafan.
Piştî ku şewb belav bûye pirsgirêkên li girtîgehan jî zêde bûne. Girtî nikarin biçin nexweşxaneyê. Ji ber qawîşên karantînayê naçin nexweşxaneyê. Niha li girtîgehan çend girtî bi şewba Covîd-19'ê ketine an jî çend heb jê ji ber vê mirine, em nizanin. Wezaret ji meha Hezîranê heya niha tu daxuyanî nedaye. Piştî ku malbatên girtiyan serî li me didin, em eşkere dikin.”
Divê her kes hasas be
Gergerlîoglû, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û got: "Girtî berê jî ketibûn greva birçîbûnê û tecrîda li Îmraliyê hatibû sistkirin. Lê belê dewletê civakê xapand. Greva birçîbûnê qediya, hevdîtin jî xweşikî nehatin kirin. Lewma cardin grevên birçîbûnê dest pê kirin. Lê belê ya niha, di dema şewbê de ye û xetere ye. Hêvîdar im îqtidar dawî li polîtîkayên xwe yên tecrîda di nav tecrîdê de bîne. Di meseleya kurd de ji bo diyalogê gavina bavêje.”
Gergerlîoglû, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û got: "Mudaxilbûna Ocalan a nav pêvajoyê, di warê aştî û bidawîbûna pirsgirêkên mafên mirovan de wê gaveke pir girîng be."
Gergerlîoglû, ji bo parastina mafên girtiyan jî got: "Ez, hemû daxwazên ku ji girtîgehan tên bilêv dikim. Welatî divê der barê girtîgehan de hesas bin. Divê empatiyê bikin. Li girtîgehan pirsgirêkên mezin hene, lê belê hin mirov wekî ku li girtîgehan tiştek nabe, mîna di guhê ga de bin jiyana xwe didomînin. Her kes divê hesas nêz bibe. Ji destê kê çi tê divê bike, ji bo bidawîbûna vê zilmê."
MA/KOCAELÎ