Hîn biçûkî fikrê Ocalan hilbijart

Pêncşem 14 Adar 2024 - 00:26

MAHMÛT ALTINTAŞ / MA / MELETÎ

Xwendekarê lîseyê Ebû Muslum Dogan ê 18 salî di 15’ê Sibata 2010'an de bi armanca şermezarkirina komplo û tecrîdirina Rêber Abdullah li Çiyayê Reş ê Semsûrê bedena xwe da ber agir. Ebû Muslum Dogan di nameya xwe ya ji 5 rûpelan pêk dihat de sedema çalakiya xwe wiha gotibû:“Weke her ciwanekî kurd ez jî hezar carî minetdarê Reber Apo me ku gelekî navê wî jî qedexe bû ji tunebûnê afirand. Bila fêm bikin ku gelê kurd wê careke din rastî xiyanetê neyê. Ez dixwazim bi hemû baweriya xwe teqez bikim ku ew rêya ez lê diçim tucar jê venagerim. Berîtan bûyîn, li Semayan bilind bûne, Mazlûmbûne û xwe gihandina Viyanan e. Têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê îro gelê Kurd aniye vê rewşê, cihê heyranê ye. Polîtîkayên tasfiye û tunekirinê di serî de li ser Rêber Apo li ser PKK’ê û hemû gelê Kurd tê meşandin. Di vî warî de berpirsyariya PKK’ê û tevahî gelê Kurd e ku pêşî li pêkanînên kevneperest, tecrît û astengiyên li ser Rêbertiyê bigire. Ji ber vê yekê weke PKK’ê diyar kir “Divê roj bibe roja azadiya Rêbertî”

Divê bîranînên wan bijîn 

Piştî çalakiya Dogan Rêber Abdullah Ocalan jî ev nirxandin kiribû:“Min berê kurdbûna Meletiyê bi awayekî hişk rexne kiribû. Lê dixwazim bi vî hevalê ciwan re di kesayeta Zeynep Kinaci de nirxandineke nû bikim. Ev rûmeta kurdbûna Meletiyê ne. Ez bi xwe jî li hemberî van hevalan xwe berpirsyar dibînim. Min berê dengê Zeynep Kinaci jî guhdar kiribû. Li gorî min divê ji bo van hevalan li Meletiyê bîrdariyek were çêkirin. Divê kurdên Meletiyê kesayetiya mezin a van hevalan û bîranîna wan bidin jiyîn.” Dayika Ebû Muslum Dogan, Zax Doganê diyar kir ku kurê wê ji bo tecrîdê şermezar bike xwe şewitandibû û xwest ku tecrîd tavilê bê rakirin. Zax Doganê anî ziman ku kurê we Ebû Mûslûm Dogan hê di zarokatiya xwe de fikrên Abdullah Ocalan bandor bûye û got:“Roja duşemê Muslum nameyek li pey xwe hişt û bedena xwe da ber agir. Bi sedan kes beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn. Jendermeyan destûr nedan ku gel beşdarî merasîma cenaze bibin. Tevî astengiyê jî gel beşdarî merasîma cenaze bûn û meşiyan. Di nameya xwe de gotiye li Amedê min veşêrînin lê em paşê nameyê hîn bûn.”

Lawikê Bêzarê 

Doganê destnîşan kir ku Ebû Muslum di nameya ku li pey xwe hiştiye de li ser bibîranîna Çiyayê Bêzarê ku 6 jê gerîlayên PKK'ê 28 kesan di encama çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabûn xwe wekî 'Lawikê Bêzarê' pênase kiriyê û got:“Muslum hê 10 salî bû li ser vê fikrê bû. Abdullah Ocalan her tim li ser hişê wî bû. Digot Kurd bi saya Abdullah Ocalan ji bo mafên xwe têdikoşin. Di temenê xwe yê biçûk de şopandina rêya Abdullah Ocalan hilbijart." Doganê bal bire ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got:“Divê kurd bibêjin ku divê serokê me di bin tecrîdê de derkeve û ji bo mafên xwe têbikoşe. Bila ev tecrîd bê rakirin.. Bila êdî ev xwîn raweste. Divê dayik negirîn. Em dixwazin ev şer raweste."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.