Dana Gas ku şirketeke Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereb e, hilberîna gaza xwezayê li Başûrê Kurdistanê zêde kir û pê re jî karê xwe ji sedî 41 di hersê mehên pêşî yên 2021´ê de zêde kir. Karê wê di vê demê de 24 milyon dolar in. 
Rêveberê Dana Gasê Patrick Allman-Ward bi daxuyaniyekê got, “Li Başûrê Kurdistanê em planên xwe yên berferehbûnê ji bo zêdekirina hilberînê dewam dikin.“
Tevî ku komê hilberîna xwe ya li Kurdistanê zêde kiriye, li Misrê hilberîna wê kêm bûye. 
Hilberîna Dana Gasê li Başûrê Kurdistanê Pearl Petroleum dike. Ev şirket ji Dana Gas û Crescent Petroleumê re gaza xwezayê hildiberîne.

ABÛDABÎ