- Endama Koordînasyona Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn Fewaze Mihemed, li dijî zêhniyeta serweriya mêr û zexta qirkirina çandê bal bire ser girîngiya karê çand û huner û rêxistiniya bi pêşengiya jinê.
NUJIYAN ADAR / ANF/QAMIŞLO
Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn ji bo dîrok, rastî û parastina jinê, dîrokê ronî dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Sûriyeyê gelên ji bawerî, çand û zimanên cuda li hev kom dike, ji bo çanda civakî ya komunal û azadiya jinê teşwîq bike, rê û rêbazên hunerî bi kar tîne. Hîlala Zêrîn xwe dispêre Tevgera Çandê ya Kevana Zêrîn ya sala 2016'an li Qamişloyê xwe bi rêxistin kir.
Li ser navê Hîlala Zêrîn di konferansa 2020'an de biryar hate dayin ku xwe li kantonên Qamişlo, Hesekê, Şehba û Kobanê bi rêxistin bike.
Di nava rêxistina Hîlala Zêrîn de komîteyên Çapemenî-Arşîv, Perwerde û Dîplomasiyê hene. Hîlala Zêrîn li navendên navçeyan gelek karên çandî dike; mîna muzîk, amûrên muzîkê, şano, govend û wêne.
Komîteya Dîplomasiyê bi rêya çand û huner dîplomasiya çandê xurt dike. Di asta navneteweyî û Rojhilata Navîn de bi saziyên çand û huner re, bi hunermendên jin re, bi rewşenbîran têkiliyê datîne. Bi rêya çand û huner, çanda Şoreşa Rojava dide naskirin.
Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn ku ji bo Film-Sînema û Studyoyê îsal gavek avêt, piştî ku amadekariyên xwe qedandin, wê dest bi kar bike.
Ji bo zarokên di navbera 6-15 salî de perwerdeya govend, şano û wêneyan dide. Di nava Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn de gel hemû hene û dikarin çanda xwe biparêzin.
Çanda li ber qirqirinê vedijîne
Endama Koordînasyona Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn Fewaze Mihemed got, “Hîlala Zêrîn ji bo jinûve hebûna çanda li ber qirkirinê vejîne xwe bi rêxistin kir. Gelên ku ji aliyê mejî û çandî ve dihatin asîmîlekirin diviyabû xwe bihejanda, bihata ser hişê xwe. Di vir de Hîlala Zêrîn bi rola xwe rabû û hîn jî bi vê rola xwe radibe.”
Paradîgmayeke jinan çêbû
Fewaze Mihemedê got, ji ber zêhniyeta mêr a serwer, bi taybetî jin nikarin hunerê xwe bikin malê civakê û wiha dewam kir, "Bi Şoreşa Rojava re bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo, jin bûn xwedî paradîgmaya azadîparêz, jinan fersenda xwenaskirinê bi dest xist. Jin ji bo parastina mafên xwe, ji bo naskirina hêza xwe civiyan. Di tabloya heyî de jin bi rengekî hêsan derdikeve ser dikê, hunerê xwe pêşkêş dike, li her qada dixwaze li wir kar dike. Hestên ku bi salan jê bêpar hatibûn hiştin bi rêya huner jinûve diafirînin. Jin bi rêya çand û hunerê êş, coş, kelecan û eşqa xwe ya ji bo jiyanê radigihînin."
Fewaze Mihemed anî ziman ku karê sereke yê Hîlala Zêrîn perwerde ye û got, "Li her devera ku jin lê ne, Hîlala Zêrîn heye. Ji bo xwegihandina jinan hemûyan, karekî berfireh tê meşandin. Ji bo parastina çandê teqez pêwîstî bi jinê heye. Parastina çandê bi jinên rêxistinbûyî dibe. Em ji nêz ve bi çalakiyên komên Hîlala Zêrîn hemûyan re elaqedar dibin, lê belê em tenê vê yekê nakin. Karê me yê sereke rêxistiniya jinê ye. Weke Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn armanca me ya destpêkê xwegihandina jinên li her bajarî ye. Jina bêrêxistin û bêperwerde tê maneya civaka bêrêxistin û bêperwerde. Guherîna mejî ya jinê wê di heman demê de guherîna civakê bi xwe re bîne."
‘Divê zarok bi çanda xwe rabin’
Fewaze Mihemed da zanîn ku ji bilî jinan, ew bi hesasiyeteke mezin nêzî perwerdekirina zarokan jî dibin û got, "Zarokeke ku bi çanda xwe mezin nebûye ne dikare xaka xwe ne jî çanda xwe biparêze. Ji bo zarok karibin bi rengekî rast mezin bibe, perwerdeyên me yên çandê hene. Hewl tê dayin ku ev perwerde hîn bêhtir bêne xurtkirin."