Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn di sala 2021'an de navenda xwe li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê vekiribû. Ji wê demê ve xebatên wan berfireh bû, ji lewma pêwistî hate dîtin navend were mezinkirin. Li ser vê yekê tevgerê navenda xwe veguherîn li taxa Azadî ya li navenda bajar a berê çarkoşeya ewlekariyê bû. Tevgerê navê “Kezwan” li navenda xwe ya nû kir.
Vekirina navenda nû di vê demê de bi nêzîkbûna 15’ê Tebaxê ve hate girêdan. Vekirina navendê bi şehiyekê pêk hat. Şahî bi beşdarbûna endamên jin ên saziyan û zarokên çand û Huner hate lidarxistin.
Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê li ser navê Tevegra Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê Nebîha Mihemed axivî û diyar kir ku ew di şexsê hunermenên kurd ên jin şehîd Mizgîn, Eyşeşan û Meyrem de tevahî şehîdên kurdistanê bibîr tînin.
Nebîha Mihemed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew li ser şopa hunermenên şehîd ji bo xeta parastina çand û hunera kurdî ya resen têdikoşin.
Paşê Koma Tolhildan a govendê, Koma Şano ya Darisî, koma zarokan û koma Geresterk a stran hunerên xwe ji beşdaran re pêşkeş kirin.
Şahî bi gerandina guvendê bi dawî bû.
ANHA/HESEKÊ