Hikûmet zextê li Tirkiyê nake

În 10 Hezîran 2022 - 22:36

  • Ji 17’ê Nîsanê ve êrişên dagirkeriya Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Başûrê Kurdistanê û xasma Herêmên Parastinê yên Medyayê, bênavber dewam dikin.

Piştî ku parlamenterên Iraqê li dijî dagirkeriya Tirk dest bi kampanyaya îmzeyan kirin, parlamenterê El-Fetîh Ehmed Rehîm jî eşkere kir ku ew amadekariyê dikin da ku li ser dagirkeriya Tirk raporeke berfireh amade bikin û ji raya giştî re eşkere bikin.

Ji 17’ê Nîsanê ve êrişên dagirkeriya Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Başûrê Kurdistanê û xasma Herêmên Parastinê yên Medyayê, bênavber dewam dikin. Ji ber berxwedana gerîla heta niha êriş negihîştibin armanca xwe jî, metirsiyê hêzên Iraqî jî xistiye nava liv û tevgerê.

Endamê Hevpeymaniya El-Fetîh li parlamena Iraqê Ehmed Rehîm li ser mijarê ji malpera El-Maûlame re axivî û got, ji ber ku hêzên Tirk ketine Kurdistanê, gundî koçber bûne, daristan hatine talankirin. Bêdengiya hikûmeta herêmê û Bexdayê ya li beramberî hovîtiya li ser bi hezaran malbatên Iraqî, wan dike hevparên vî sûcî.”

Rehîm dibêje, asta bazirganiya navbera Bexda û Enqereyê de salane di navbera 14-23 milyar dolarî ye û dibêje: “Ji bo hêzên Tirk werin tengavkirin, ev karteke zextê ya baş e, lê nayê bikaranîn.”

Gelo PDK´î lêkolînê asteng dike!

Ehmed Rehîm dibêje, di rojên pêş de derbarê liv û tevgera Tirkiyê de ew ê raporeke berfireh amade bikin û ji bo ronîkirina rastiyan ew ê pêşkêşî raya giştî ya Iraqê bikin.

Berê jî di dema komkirina îmzeyan li parlamena Iraqê li dijî dagirkeriya Tirk de, hatibû gotin, lijneyeke lêkolînê li parlamenta Iraqê hatiye avakirin. Lê heta niha jî ti karekî pratîkî ji aliyê vê komîsyonê ve nehatiye kirin û weke sedem jî tê gotin, parlamenterekî PDK’ê bûye serokê vê lijneyê.  

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.