Seroka Fraksiyona Tevgera Gorran a li Parlamena Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd diyar kir ku qederê 70 kesî li Behdînanê di nezaretê de ne û got, “Divê di demeke zû de werin berdan, li ser kesên di nezaretê de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê bersiva pirsyarên me nedaye.”
Gulistan Seîd di heman demê de Cîgira Seroka Lijneya Mafê Mirovan a Parlamena Herêma Kurdistanê ye jî. Wê li ser mijara kesên li Behdînanê girtî, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Gulistan Seîd diyar kir ku heta niha dosya 16 kesên di nezaretê de, gihiştiye ber destê wan, lê hejmara kesên di nezaretê de qederê 70’yî ye. Gulistan Seîd di dewamê de got, “Em weke Fraksiyona Gorranê û Lijneya Mafê Mirovan jî, dosyaya kesên di nezaretê de, dişopînin. Lê ji aliyê hikûmetê ve heta niha ti hêsankariyek nehatiye kirin. Me li ser kesên di nezaretê de, du caran hinek pirs radestî serokwezîr kirin. Lê heta niha wî bersiv nedaye.”
Tevgera Gorran bi xwe jî fermî şirîkê hikûmeta heyî ye. Yanî Gulistan Seîd endama şirîkê hikûmetê ye û doza bersivan li hikûmeta xwe kir.
HEWLÊR