Hikûmet dizane xwe kerr bike

Yekşem 24 Cotmeh 2021 - 23:11

  • Ev zêdetirî 15 rojan e ku mamosteyên bi peyman li gelek bajar û herêmên Başûrê Kurdistanê di çalakiyan de ne. 

Ev zêdetirî 15 rojan e ku mamosteyên bi peyman li gelek bajar û herêmên Başûrê Kurdistanê di çalakiyan de ne. Mamoste dixwazin bi fermî werin tayînkirin, lê hikûmet çawa li hemberî daxwazên welatiyan bêdeng e, li hemberî yên wan jî bêdeng e.

Doh jî li Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Ranye, Seyîdsadiq, Dukan, Çemçemalê mamosteyên bi peyman çalakî lidarxistin û ji hikûmetê xwestin werin tayînkirin.

Li Silêmaniyê mamoste li ber deriyê ofîsa parlamanê, li Çemçemal, Ranye, Dukan, Seydîdsadiq û Helebceyê jî mamoste li ber deriyê Rêveberiya Perwerdeyê û li Hewlêrê jî mamoste li ber deriyê avahiya Desteya Wezîran kom bûn. Mamoste li cihên lê kombûyîn, careke din daxwaza tayînkirina xwe kirin.

Hêjayî gotinê ye, di 17’ê Cotmehê de 20 parlamenterên Parlamena Herêma Kurdistanê ji bo tayînkirina mamostayên bipeyman, daxwaza civînê li parlamenê kiribûn.

Li aliyekî din doh karmendên bi peyman jî bi daxuyaniyekê ragihandibûn, heger hikûmet daxwazên wan bi cih neîne, ew ê li seranserê herêmê dest bi çalakiyan bikin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.