Piştî çend xwepêşadan û nerazîbûnên welatiyên Hewlêrê, berpirsên Hewlêrê û hikûmeta Herêma Kurdistanê soz da ku ew ê pirsgirêka avê çareser bikin, lê hîn pirsgirêka kêmbûna avê nehatiye çareserkirin. Welatî dibêjin: “Nikarin tankera avê bi 50 ta 80 hezar dînaran bikirin.” Rêveberiya Ava Binerd a Hewlêrê jî da zanîn ku li Hewlêrê asta ava binerd daketiya 31 metreyan.

Hefteya bihurî ji ber nebûna avê, li hin taxên Hewlêrê xwepêşandan hatin kirin. Lê heta niha pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Hîna jî vaê bi tankeran dikişînin malan.

Ji xelkê  Hewlêrê, Erdelan Bekir ji bo krîza avê got: “Li Hewlêrê her sal pirsgirêka kêmaviyê heye. Hikûmet jî li şûna çareseriyê, hincetan tîne. Rojekê dibêje, borî şikestiye û rojekê jî dibêje, av kêlo bûye. Ji xelkê jî nayê bi 50 ta 80 hezar dînaran avê tankeran bikire.”

Meclîsa Parêzgeha Hewlêrê êvara 17’ê Tebaxê bi amadebûna Rêveberiya Ava Hewlêrê û Rêveberiya Ava Derdora Hewlêrê, bêhtirî sê saetan guftûgo li ser krîza avê kir.

Piştî civînê, Serokê Meclîsa Parêzgeha Hewlêrê, Elî Reşîd di civîna çapemeniyê de got: "Ji bo çareserkirina krîza avê çend xal hatine amadekirin ku em ê rasterast pêşkêşî Serokatiya Desteya Wezîran û Wezareta Şaredariyan û Geştûguzarê bikin."

Rêveberê Ava Hewlêrê, Zerdeşt Ebdalxaliq li ser mijarê ji me re got, “Li Hewlêrê îsal ava binerd nêzî 31 metreyan daketiye. Ev jî sedemeke krîza kêmaviyê û çiqîna hejmarek bîrên avê ye.”

ROJNEWS/HEWLÊR