- Cupoty Challenge (Close-up Photographer of the Year) ku her sal wêneyên herî baş ên ji nêz ve hatine girtin dineqîne, îsal jî wêneyên xwe eşkere kirin.
Cupoty Challenge (Close-up Photographer of the Year) ku her sal wêneyên herî baş ên ji nêz ve hatine girtin dineqîne, îsal jî wêneyên xwe eşkere kirin. Di nav wêneyên neqandî de gelek weneyên cuda yên ji nêz ve hatine girtin, hene. Lê wêneyê wênegirê Holandî, Alex Pansier yê bi navê “True Love” yanî “Hezkirina birra” xelata wêneyê herî baş wergirt.
Di wêneyê Alex Pansier de du sihoriyên xweşik yên Ewrupayê, tovê heşîşê bi hevre parve dikin û diyar e di navbera wan de hevaltiyeke baş çêbûye. Hezkirina wan ya jidil dihêle ku ew bi hevre zikê xwe têr bikin û ji hev hez bikin. Alex Pansier ev kêliya xweşik qefaltiye. Ew dibêje, “Ji bo min gera li xwezayê kifşkirina tiştên nû ye. Bi rêya wêneyan ez çavdêriyan dikim û wêneyên xwe bi xelkê re parve dikim. Ez bêhtir kompozîsyonên besît û sade tercîh dikim.”
Tracy Calder ku ew jî yek ji avakarê pêşbirka CUPOTY e, dibêje, “Kesên beşdarî vê pêşbirkê bûn û wêneyên ji nêz ve girtine, dikin ku em dinyayê bi çavekî dîtir bibînin. Nexasim di nav jiyanê de gelek tişt hene ku li ber çavên me ne, lê em nabînin. Ev wênegir dikin ku em xweşikiya ji ber çavên me direvin ji nû ve bibînin û wan kêliyan kifş bikin.”
Lînka ji bo wêneyan li jêr e:
https://www.cupoty.com/
NAVENDA NÛÇEYAN