Hêzên Parastinê li dagirkeran xistin

Şemî 19 Cotmeh 2024 - 02:55

  • Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê, Xakurkê û Metînayê dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Di daxuyaniyê de ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê dayî hate gotin hêzên wan li dijî dagirkeriya Tirk çalakî kirine û derb li wan dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

Li Herêma Geverê

14'ê Cotmehê wesayita sercerdevanê bi navê Ahmet Îke ji bo hişyarkirinê hate şewitandin ku hewl dide cerdevanan bişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

14'ê Cotmehê  li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

15'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

16'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Xakurkê

14'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sinînê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

16'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, çeperek hate îmhakirin.

Li Herêma Metînayê

14'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê hêzên me dest li helîkopteran werdan. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.

17'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

Sûcên şer ên artêşa Tikr

14'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

14 û 15'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

16'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

14, 15 û 17'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Sinînê, Lolan, Kendekola, Berbizinê, Qeleyê 12 caran, li Herêma Garê qadên Kanî Sarkê, Girê Zengil, Girê Sîser, Ergenê, Siyanê, Yekmalê, Sêdarê, Zêvkê, Dêreşê, Sipîndarê 16 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî 7 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 4 caran; bi giştî 39 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

13 û 15'ê Cotmehê li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Golka, Serê Metîna, Bêşîlî û Dergelê 16 caran, li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Girê Şekîf 7 caran; bi giştî 23 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.