Hêzên Gulan keç û dê birîndar kirin

Duşem 19 Îlon 2022 - 21:33

  • Her wiha hat diyarkirin ku hinek guleyên hewanan û doşkeyan diteqînin û ber bi gundê Binawî dikevin xwarê.

Di encama tetbîqata leşkerî ya Artêşa Taybet a Gulan a li çiyayê Benî ya Herîr, dayîk û keçek yê nîştecihê gundê Binawî yê li sînorê Xelîfanê birîndarbûn û zererên madî jî gihiştin xaniyên welatiyan.

Çavkaniyekê li gundê Binawî yê ser bi bajarokê Xelîfanê yê girêdayî îdareya Soranê ragihand ku komek ji leşkerên Artêşa Taybet a Gulan a girêdayî malbata Barzanî, li çiyayê Benî yê Herîr tetbîqateke leşkerî kiriye.

Her wiha hat diyarkirin ku hinek guleyên hewanan û doşkeyan diteqînin û ber bi gundê Binawî dikevin xwarê.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku di encama gulebaranê de keçek û dayîkeke gundê Binawî, birîndarbûn û ew rakirin nexweşxaneya bajarokê Xelîfanê.

Li gorî agahiyên hatî bi destxistin hêzekî mezin ya emnî li derdora nexweşxaneyê û gundê Binawî belav bûye û rê nadin ku ragihandin agahiyên pêwîst ji cihê buyerê û birîndaran wergirin.

Herî dawî li gorî zanyariyên ku heman çavkaniyê ji Rojnews’ê re ragihandî ziyaneke mezin gihiştiye xaniyê welatiyan. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.