Hêzan test dike

Duşem 25 Çile 2021 - 02:43

  • Dewleta Tirk ji bo Bakur û Rojavayê Sûrî dagir bike di navbeyna Moskov-Şam û Bexda-Hewlêrê  de diçe û tê. Hewl dide rêveberiya nû ya DYE’yê test bike. 

ERSÎN CAKSÛ
ANF/HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo êrîşên nû yên dagirkeriyê gera xwe ya ji bo sehkirina derdorê zêde kir. Aliyekî van geran Bexda-Hewlêr û aliyê dî jî Moskov-Şam e. Ji van geran a ku zêde bal kişandî gera Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Yaşar Guler a li Bexda û Hewlêrê bû. Akar piştî ku bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re li Bexdayê û li Hewlêrê bi Barzanî re rûnişt bi armanca dagirkirina Şengalê gef xwarin.

Piştî Akar Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp jî beriya bi rojekê piştî nimêja Înê li ser pirsa, ‘’Wê operasyon li ser Şengalê çêbibe?’’, got, ‘’Her car gotinekê dikim’’, ‘Şevekê dibe ku em ji nişka ve werin’, mesele ev e.’’

Piştî van gotinên Recep Tayyîp Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêr bi daxuyaniyekê got, ‘’Tirkiye hazir e ku 5 milyar dolaran ku di dema Konferansa Kuweytê de soza wê dabû, destekê bide Iraqê.’’

Helbet ji bo Kazimî ber bi hilbijartinê ve diçe 5 milyar dolar xêra Xwedê bû lê qaseya Tirk li binî daye, divê ev jî li bîrê bimîne.

Ji bo êrişê dîplomasî dikin

Li aliyekî ku ev bûyer, li aliyê din, Ajansa Nûçeyan a Hawarê di nûçeyeke xwe de ku xwe spartibû jêderên ewlehiyê, da zanîn ku dewleta Tirk xwe kar dike ku hemwext êrişê bibe ser Şengalê û bajarê Dêrikê yê Rojava. Li ser vê, hin jêderên ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûrî ku ANF’ê xwe gihandî wan, gotin: ‘’Her demê armanca dewleta Tirk heye ku êrişê bîne ser herêmê.’’ Li ser haziriya êrişên li ser Şengal û Dêrikê jî jêderên ewlehiyê gotin; ‘’Agahiyeke wiha heye.’’ Dîsa jêdera  ANF’ê xwe gihandiyê dibêje, ‘’Dewleta Tirk ji bo êrişê li qada navnetewî xebateke zêde ya dîplomatî dike.’’ Li ser asta êrişê jî heman jêder dibêje; ‘’Hê zû ye ku mirov bibêje, ji bo êrişeke weke ya li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî şert û merc çêbûne. Lê weke êrîşa 2017’an a li ser Qereçoxê dibe ku hin êriş bibin.’’

Provokasyona li Qamişlo ne tesaduf e

Dewleta Tirk a dagirker ji bo qadên dagirkeriyê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê berfireh bike ji 2016’an û wir ve hewl dide ku lîstika şantajê ya di navbeyna DYE û Rûsyayê de bidomîne. Dewleta Tirk 2018’an bi Rûsyayê re li hev kir û Efrîn dagir kir, 2019’an jî bi DYE’yê re li hev kir û Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, niha jî dixwaze biceribîne bê ka wê bikaribe eynî lîstikê bidomîne yan na. Dewleta Tirk beriya ku rêveberiya Bîden were sar kar li deriyê Moskowê da û li rêya dagirkirina Eyn Îsa geriya. Misteşarê MÎT’ê  Hakan Fîdan jî di vê çarçoweyê de çû Şamê.

Li aliyekî êrişên Tirk ên li ser Eyn Îsa û Şehbayê didomin, Şam û Moskov jî li Qamişlo û Hesekê bi destê çeteyên Dîfayî Wetenî yên bi ser rejîmê ve, hin provokasynan dikin. Ambargoya Şamê ya li ser Şehbayê didome, dewleta Tirk bi hevdemî Til Rifat kire hedef û 3 sivîl kuştin. Eynî rojê çeteyên Dîfayî Wetenî li Qamişlo provakasyonan dike û ev jî weke tesadufekê nayê dîtin.

Êrişa li qadekê pêkan e

Lingekî stratejiya dewleta Tirk a dagirkirina Rojava piştî serdana şandeya Tirk a li Bexda û Hewlêrê gefên li ser Şengal û Dêrikê ne. Dewleta Tirk piştî van serdanan Şengal kire hedef, peymana Şengalê ya 9’ê Cotmehê ya li ser Hewlêr û Bexdayê ku bi koordîneya rêveberiya Trûmp hate îmze kir, diceribîne. Bi gefa li ser Dêrikê ku li sêgoşeya Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê ye û xwedî cihekî stratejîk e, hem têkiliya di navbeyna Rojava û Başûr de dikin hedef û hem jî dikin armanc ku gaveke dîtir nêzî Şengalê bibin. Li vir hêza sereke ku test dikin rêveberiya nû ya DYE’yê ye. Bi êrişeke lokal wê bixwazin helwesta rêveberiya nû ya DYE’yê fêhm bikin.

Lê testeke din ya li vir a dewleta Tirk wê ji bo wê bixwe jî be. Ev jî wê bibe testa bê ka wê li ser xeta Washîngton-Bexda-Hewlêrê bimeşe yan li ser xeta Moskov-Şamê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.