‘Hêza’ rojên fermanê anîn ber çavê me

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Adar 2023 - 03:23

ŞÎLAN ŞENGAL/JÎNHA/ŞENGAL

 

Belgefilma Hêza ya ku serpêhatiya fermandara YJŞ’ê Hêzayê vedibêje, li komelgeha Digurê hat nîşandan. Xelkê bi elaqeyeke mezin lê temaşe kir. 

Di belgefilmê de ku li meydana navneteweyî jî gelek xelat girtine, qala fermana 3’ê Tebaxa 2014’an tê kirin. Di fermanê de Hêza jî weke bi hezaran keçên Êzîdî dikeve destên çeteyên DAIŞ’ê û bi hewldana xwe, Hêza xwe rizgar dike û vedigere Şengalê. Li Şengalê cihê xwe di nava YJŞ’ê de digire û di pêngavên Reqa û Tebqayê de jî ji bo rizgarkirina keçên Êzîdî bi roleke mezin radibe.

Hêza niha li Şengalê ji fermandarên YJŞ’ê ye. Bi filmê Hêza, êşa ku jinên Êzîdî kişandine, keda wan, berxwedan, tekoşîn û hêza wan, pir sade û bi bedewî hatiye hûnandin. Di dema temaşekirinê de li salona meclisa gel di çavên tevahî temaşevanan de vê hestê xwe da der.

 

‘Hêza’ bû wijdanê cîhanê

Li ser belgefîlmê, endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Tewaf Şengal got,  filma Hêza li ser wan bandoreke pirr mezin kiriye: “Careke din rojên fermanê hatin ber çavên me. Em pirr bi serpêhatiya Hêzayê êşiyan lê li aliyê din jî Hêza weke navê xwe tevgeriya û xwe ji destên çeteyan rizgar kir. Em dixwazin ku tevahiya dîlên ji destên çeteyên hov rizgar bûne, weke fermandar Hêza tevbigerin û bi rola xwe rabin. Hêza, bi serpêhatiya xwe wijdanê tevahî cîhanê şiyar kir. Divê her keça me ya ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûye, hewl bide tola xwe bistîne, ji warê xwe dernekeve.”

Di dawiya belgefilmê de xelkê lîland û dirûşmên “bimre xiyanet” gotin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li tevahî gund û navçeyên Şengalê, belgefilma Hêza wê bê nîşandan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.