Hêza; mecbûrîyet an dilxwazî?

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Gulan 2024 - 00:27

  • Min ji wê re got ‘berê ewqas ji min re gotin Hêza naxive min bawer nekir ku tu biaxivî. Te çima qebûl kir?’ Hêza jî wiha li min vegerand; ‘Pir kes hatin ji bo ez biaxivim. Gelek ji wan jî gotin divê tu bînî ziman. Tu mecbûr î tu behs bikî, bibêjî. Ya rast wan jî rast digotin lê çîroka wê pêyva ‘mecbûr î’ heye li gel min.’ 

Belgefilma Hêza ya ku serpêhatiyek vedibêje di festîvalên cuda yên navneteweyî de bû xwediyê 15 xelatan. Belgefilm behsa serpêhatiya Hêza dike ku di fermana 2014’an a bi ser Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat revandin, piştî ku ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve hat rizgarkirin û vegeriya Şengalê beşdarî nava refên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bû. Di gelek pêngavên rizgarkirina bajaran de cih girt. Derhênera Belgefilma Hêza Derya Denîz belgefilmê diyarî jin û zarokên Êzidî dike, yên ku fermana 74’an jiyane.

Derhênera Belgefîlma Hêza Derya Denîz a piştî Fermana 2014’an sala 2019’an berê xwe dide Şengalê û li wir serpêhatiya wê bi serpêhatiya Hêza re dibe yek. Derya Denîz behsa serpêhatiya xwe ya bi Hêza re kir. 

Destpêkê em dixwazin Hêza ji te guhdar bikin. Hêza serpehatiyek e ji fermana 74’an û tolhildana ji rastiya fermanê ye. Weke derhênera belgefilma Hêza çîroka Derya Denîz çawa bi çîroka Hêza re gihîşt hev?

2014 dema ku li ser Şengalê ferman rabû bi rojnamegerîtî min dixwest biçim Şengalê. Lê belê derfeta çûyînê çênebû. Rê bi pirsgirêk bû. Wê demê min li Başûrê Kurdistanê xebatên ragihandinê dikir. Dîmenên pir bi hovîtî û bi êş dihatin. Dema DAIŞ’ê êrişî gel dikir, ev dîmenên bi hovîtî dihatin. Hê wê demê daxwaza min a hebû ku biçim Şengalê. Piştî berxwedanê, dema Şengal rizgar bû vê carê jî dîmenên rizgarkirinê dihatin ber destên me. Di nûçeyan de me dida bi pengavên QSD, YPG û YPJ’ê ewqas jinên Êzidî hatin rizgarkirin. Wê demê min got çi dibe bila bibe ez ê biçim Şengalê. Bi taybetî min dixwest bi jinên ku bi alîkariya QSD’ê hatine rizgarkirin re xebatek bimeşînim.

Lê yekem car di sala 2019’an de derfetek çêbû ku ez biçim Şengalê. Der barê fermanê de me qederek lêkolîn jî kir. Serpêhatiyên ku qewimîne, rewşa wê derê min şopand. Lê ger ji min re bêjin çi tişta Hêza bala te kişand? Bersiva wê ew e ku Hêza jinek Êzidî ya ji destê DAIŞ’ê rizgar bû û di YJŞ’ê de cihê xwe digirt. Dema ku li Şengalê ji min re behsa serpêhatiya Hêza kirin ez di bin tesîra wê de mam. Lê belê pirsgirêkek wiha hebû digotin ‘Hêza bi kesekî re naxive. Ji kesekî re behsa serpêhatiya xwe nake’.

Û rêwîtiya bi Hêza re…

Min dixwest biaxive jî neaxive jî Hêza bibînim. Piştî ji destên DAIŞ’ê rizgar bû, beşdarbûna wê ya nava refên YJŞ’ê min bi bandor kiribû, ji bo min tişta esas a ku min dixwest wê bibînim ev yek bû. Min xwest li çîroka wê guhdarî bikim. Çawa beşdarî nava YJŞ’ê bû, çawa biryar da? Vê yekê min dixwest guhdarî bikim. Dema ji min re gotin ‘Hêza naxive’ min jî got ‘Ez tenê dixwazim wê nas bikim.’ Em çûn gel wê. Komek şervanên YJŞ’ê hebûn, li wir rûniştibûn. Ez jî li wir bûm û Hêza jî li wir bû. Em bi hev re rûniştin. Wê demê ji Hêza re gotin ‘Ev heval hatiye li serpêhatiyên te guhdar bike, meraq dike.’ Min jî xwe bi Hêza da nasîn û min jê re got ‘Ez pir meraq dikim û dixwazim li te guhdar bikim.’ Her wiha min jê re got ‘Ger tu jî bixwazî tu dikarî ji min re qal bikî û ez dîmenê te bigirim?’  Wê demê Hêza qebûl kir ku bi min re biaxive. Ji ber Kurmanciya min jî pir tinebû, hevalên li wê derê diketin navberê. Bi min re dibûn alîkar ku Hêza min fam bike û ez wê fam bikim. Dema heval wiha ketin navberê Hêza got ‘Na, min jê fam kir ez qebûl dikim ku jê re biaxivim.’

Tu ne ‘mecbûr’î lê heger tu bixwazî biaxive

Ya rast wê demê heyranbûna min a li hemberî Hêza dest pê kir. Beriya ez ji Hêza jî bipirsim min xwe îqna kiribû ku dê Hêza neaxive. Min ji wê re got ‘berê ewqas ji min re gotin Hêza naxive min bawer nekir ku tu biaxivî. Te çima qebûl kir?’ Hêza jî ew dem got ‘Pir kes hatin ji bo ez biaxivim. Gelek ji wan jî gotin divê tu bînî ziman. Tu mecbûr î tu qal bikî, bibêjî. Ya rast wan jî rast digotin lê çîroka wê pêyva ‘mecbûr î’ heye li gel min.’ Paşê çîroka wê peyvê got: “Dema em ketin destên DAIŞ’ê, DAIŞ’iyan ji me re digotin hûn mecbûr in bibin Misilman, hûn mecbûr in wiha bikin.” Ya rast ev gotina ‘mecbûrbûn’ bi Hêza re bûye mîna refleksekê. Paşê got ‘Dema te got ger tu jî bixwazî, min xwest ez bi te re biaxivim.’ Dixwazim vê bibêjim ku rastiyek wisa jiyaye gotinê jî ewqas ji kûrahî bandorê lê kiriye. Ya rast ji wê kêliyê û şûnde girêdanek di navbera min û Hêza de çêbû. Wê demê ez pê hesiyam ku ya rast tiştê em dizanin li gel tiştên ku hatine jiyîn gelek kêm in. Min fam kir ku gelek tiştên kûr hene Hêza pê şikiyaye. 

Belgefilma Hêza heya niha bû xwedî 15 xelatan. Her wiha beşdarî gelek festîvalên din jî bû. Di van festîvalan de Hêza bandoreke çawa li xelkê kir çêkir? 

Belgefilma Hêza destpêkê bûyerek rastî ye. Jinek Êzidî çawa dikeve destên DAIŞ’ê, dema di destên DAIŞ’ê de dîlgirtî ye çi dijî, çawa rizgar dibe û çawa berxwedana xwe didomîne. Ev rastî hemû mirov dikare di belgefilma Hêza de bibîne. Hêza dibêje ‘Me nizanibû em bi xwe parastina xwe bikin. Mînak ewqas jinên Êzidî ketin destên DAIŞ’ê? Xweparastina jinên Êzidî tinebû.’ Ev rastî pir aşkere hat dîtin bi Fermana 74’an bê parastinî tinebûn e. Dema ku 2019’an ez çûm Şengalê jinên Êzidî bi xwe digotin ‘Şengal ne Şengala berê ye.’ Wê demê çi guherî? Êdî jiyana xwe, têkoşîna xwe ew bi xwe birêxistin dikin. Pergala xwe ya jiyanê bi xwe ava dikin. Pêdiviyê wan bi kesek din nîn e. Êdî dikarin ew bi xwe xwe biparêzin.

Bi rastî jî dibe ku heya niha li ser jinên Êzidî gelek belgefilm û film hatin çêkirin lê di rastiyê de beşdarbûna YJŞ’ê ya Hêza, çûyîn û bi DAIŞ’ê re şerkirina wê bawer im tu kes wiha nîn e. Ew yek bi Hêza re heye. Lewre ev yek pir balê dikşîne dibe ku di aliyê teknîkî de pirsgirêkên belgefilmê hebûn. Mirov divê vê rastiyê bêje. Lê naverok, çîrok an jî serpêhatiya Hêza her tiştî temam dike.

Herî dawî di Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 1'emîn de hêjayî Xelata Jîna Emînî hat dîtin. Serpêhatiya jinekê Êzidî ya serî netewandiye, hêjayî xelata Jîna Emînî ya bû sembola serhildana Jin Jiyan Azadî hat dîtin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? 

Ev xelat cihê kêfxweşiyê bû ji bo min. Ji ber ku bi rastî her du jin jî jinên berxwedêr in. Dibe ku belgefilma Hêza serpêhatiya Hêza vedibêje lê belê di rastiyê de behsa hemû jinên Êzidî dike. Lewra dibe ku bi serhildanên Jîna Emînî dirûşma Jin Jiyan Azadî deng veda. Lê belê ev fikrê Rêber Apo bû ger îro jin bi dirûşma Jin Jiyan Azadî tên cem hev û hemu cîhan jî vê tiştê dibihîse ev bi saya fikrên Rêber Apo ye. Em bi vê fikrê hatin ba hev û diyariyek bi navê Jîna Emînî ku bû sembola Jin Jiyan Azadî ji bo min pir bi wate ye. Gelek hêja ye. Ez hêvî dikim ku festîvalên bi vî awayê li Kurdistanê jî pirr zêde çêbibin. Festîvalên filmên Kurdî em li welatê xwe çêbikin pirr baş e. Ez dibêjim divê em vê yekê bikin armanc û pêk bînin.

 

Hinek xelatên ku ‘Hêza’ girtine

Belgefilma Hêza heya niha di Festîvala Film a Navneteweyî ya Bodenê de hêjayî xelata belgefilma herî baş, di Festîvala Filman a Navnetewî ya Drukê (DIFF) de xelata filma herî serkeftî, di Festîvala Xelatên Filmên Jinan ên Serbixwe yên Los Angeles de, di Festîvala Film a Navnetewî ya Film in Focus de, di Festîvala Filman a SicilyAmbiense de Xelata Mafên Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de, di Festîvala belgefilman a Portekîzê de xelata Don Kîşot, di Festîvala Filman a Barselonayê de bi berhema xwe ya belgefilma “Hêza” xelata Derhênerê Jin a Herî Baş, di Festîvala Xelatên Filmê RED ve jî xelata baştirîn belgefilmê û gelek xelatên din wergirt. Herî dawî di Festîvala Filmên Kurd a Dusseldorfê ya 1’an de ku li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hate lidarxistin de belgefilma Hêza 'Xelata Jîna Emînî' girt.

NÛJINHA/BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.