Hêza me ya pêşengiyê heye

Nûçeyên Dîaspora

În 10 Mijdar 2023 - 02:17

  • Di organîzasyona Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya Yekem a li Parîsê de Şahîn Cûdî yek ji amadekaran bû; ew dibêje, “Ev konferans gava pêşî bû. Îdîaya me mezintir e. Hêza me heye ku em pêşengiya wê bikin”.

ARAT ARARAT

Li paytexta Fransayê Parîsê, di navbera 3 û 5´ê Mijdarê de Meclîsa Ronahî û Tevna Ciwan Dîrokê Dinivîsin, Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya Yekem organîze kir. Slogana konferansê jî Ciwan Dîrokê Dinivîsin bû. Ji 49 welatan nûnerên 95 rêxistinên ciwanan, bi giştî 400 delege di konferansê de hazir bûn. Ji gelek welatên Ewrûpayê, ji Filîpinan, Kirxizistan, Sûdan, Kenya, Malî, Dewletên Yekbûyî yên Emerikayê, Meksîka, Perû, Şîlî, Arjantîn, Brezilya, Kolombiya, Ekuwador û gelek welatên din ciwan di konferansê de hazir bûn. Ji çar hêlên Kurdistanê jî ciwan di konferansê de hazir bûn.

Ji Komîteya Amadekar a konferansê, Şahîn Cûdî got, konferans bi coş û peroş bû, naveroka wê jî tijî û dewlemend bû, û ji bo amadekariyên wê jî got,  “Amadekariyeke zehmet bû, lê belê ji ber ku konferansa yekem bû, konferanseke serketî bû. Minaqeşeyên li konferansê jî erênî bûn. Fikra Rêber Abdullah Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk, mohra xwe li konferansê xist û ev fikr hat qebûlkirin. Ji çar hêlên dinyayê ciwanan biryar da ku xebatên ji bo azadiya Ocalan xurttir bikin.”

 

3 panel 13 kargeh

Şahîn Cûdî da zanîn ku di panel, kargeh û semînerên 3 rojan de elaqeya ciwanan pirr zêde bûye, û wiha dewam kir: “Panelên Rewşa Ciwanan di Dinya Siyasî ya Roja me ya Îro de, Jinên Ciwan Dîrokê Dinivîsin û Ji bo Siberojê ber bi Yekîtiya Ciwanan a Dinyayê hatin li dar xistin. Wekî din semînera li ser Felsefeya Rizgariya Jinan hat dayîn. Ji Kurdistanê nûnera Komela Jinên Ciwan, di ser Skypê re tevlî semînerê bû. Di panela roja dawî ya Jinên Ciwan Dîrokê Dinivîsin de, nûnerên jin ên ciwan ji Katalûnya, Rojava, Efrîkaya Başûr û Perûyê qiserker bûn. Di panela roja dawî de li ser perspektîfan, gavên berçav hat axaftin.” Wî da zanîn ku di çarçoveya konferansê de li ser cinsiyetparêziyê, sirûştê, aboriyê, koçberî, jinan û mijarên din 13 kargeh bi perspektîfa ciwanan hatin minaqeşekirin.

 

Azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe lê da

Şahîn Cûdî da zanîn ku di pêvajoya konferansê de azadiya Rêber Abdullah Ocalan mohra xwe li konferansê de daye û wiha peyivî: “Di navberan de em bi ciwanan re peyivîn, me sohbet kirin. Hingê timî meseleya me azadiya Rêbertiyê bû. Weke nimûne, encameke baş a minaqeşeyan derket holê. Ciwanên ku Rêbertî baş nas nedikirin, ên ji Kolombiya, Brezîlya, Kenya û welatên din, di dema civînan de rabûn û gotin. ‘Heta ku em azadiya Ocalan misoger nekin, tecrîdkirina me ciwanan jî bi dawî nabe. Ji ber wê divê azadiya Ocalan bibe şertê me yê ewilî’.”

 

Bi hev re ji bo azadiyê

Şahîn Cûdî da zanîn ku ew bi pirsgirêkên ciwanên şoreşger ên dinyayê jî daketine, û wiha peyivî: “Me îşaret pê kir ku muhim e, beramberî parçebûna sîstemê çêkiriye, em bi hev re têbikoşin. Gelek rêxistinên ciwanan hev du nas nakin, têkiliya wan bi hev re nîne. Sedema vê jî Kapîtalîst Modernîte ye. Derket holê ku têrê nake, ciwan tenê li bajarê xwe, li welatê xwe têbikoşin, têkoşîneke li seranserê dinyayê lazim e. Weke encam, li vê fikra hanê xwedî hat derketin: Ciwan bi koordînasyoneke xurt sîstema alternatîf a ‘Sîstema Demokratîk Konfederal a Ciwanan’ têkoşînê wê xurt bikin.”

 

Ev gava yekê bû

Şahîn Cûdî li ser danezana hevpar a ji deh xalan jî got, “Van rojên bê, em ê dîsa bicivin. Ji nûnerên rêxistinên beşdarê Konferansê, wê koordînasyonek bê çêkirin. Ev koordînasyon wê xebatan bi rê ve bibe.

Kapîtalîzm, êdî ji bo pirsgirêkên me yên ciwanan nabe bersiv. Em vê dibînin. Ji ber wê, konferansa me tam di wexta xwe de hat lidarxistin. Ev konferans gava ewilî bû. Îdîaya me mezintir e. Hêza me heye em pêşengiya vê yekê bikin. Hêza me ya îdeolojîk, rêxistinî û civakî heye û ev delîl e ku em dikarin bi rola xwe rabin. Di dema li pêşiya me de, divê em ji bo xurtkirina ciwanên înternasyonalîst hewl bidin.”  

 

Ew jî li cem gelê Kurd in

Tevgera Abya Yala ya ji Kolombiyayê, piştî konferansê daxuyaniyek da. Tevgerê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk rûreş kirin û wiha peyama piştgiriyê de: “Bi hezaran kîlometre navbera me û Kurdistanê, ne astengiye li pêşiya piştgiriya me ya ji bo Kurdistanê. Em dibêjin, li hember neheqiyan em biryardar in. Weke gelê Abya Yala, zilm li me jî tê kirin. Têkoşîna me ya serxwebûnê, eynî weke beriya bi 500 salan xurt û bi rûmet e… Em didin zanîn ku bi tevahiya hêza xwe em destekê didin gelê Kurd. Em li cem wan kesan in ku li Rojava, li zindanan têdikoşin. Em li cem wan kesan in ku welatê xwe û erdên xwe diparêzin. Dengê me yê piştgiriyê wê ji çiyayan û deryayan bibihure da ku bibe deng li hemberî bêdengkirina li zindanan û hucreyên zindanan.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.