Em ê xwe birêxistin bikin
Sêşem 8 Nîsan 2025 - 03:35
Bi boneya 76’emîn rojbûna Rêber APO, Meclîsa Ciwanan a DEM Partî 1’ê Nîsanê dest bi meşa ber bi Amarayê kir û bi hezaran kes ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê beşdarî meşê bûn. Ciwanan ewil di 1’ê Nîsanê de ji Amedê ber bi gundê Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê ve dest bi meşê kirin. Piştî meşa 4 rojan ciwan bi posterê mezin ê Rêber APO gihiştin mala wî û bi coşeke mezin pîroz kirin. Di roja 3’yemîn a meşê de Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê peyama Rêber APO ji ciwanan re parve kir. Meşa ku ji aliyê ciwanan ve bi dirûşma "Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin" li Amarayê di 4'ê Nîsanê de bi dawî bû, welatiyan di rê de bê navber dirûşma "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo", "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re", "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Şirvan Sakallı û Jiyan Aybar derbarê meşê de peyamê de axivîn.
Em ê bi ciwanî biserkevin
Şîrvan Sakalli ku yek ji meşvanên Amarayê ye, bi gotina "Armanca me ya dema meşa Amarayê hem pîrozkirina rojbûna Rêberê me û hem jî ji bo ku ev têkoşîn bibe destpêkek nû" dest bi axaftina xwe kir û got ku welatiyan di tevahiya meşa Amarayê de eleqeyeke mezin nîşanî meşê dan. Şîrvan Sakalli diyar kir ku di meşê de li gel hemû zextên cendirme û polîsan jî li ber xwe dane û paşve gav neavêtine û got:"Me bi berxwedanê rêya xwe berdewam kir. Dema ku em derbasî axa Rihayê bûn, bi hest û hewayeke xweş re em rûbirû man. Dema ku em derbasî Sîweregê bûn, me li wir civîneke gel li dar xist, gelê me pêşwaziya me kir. Piştre me rêya xwe ber bi Hîlwanê ve berdewam kir. Gel bi moral û heyecaneke mezin em pêşwazî kirin. Meşa me ji Hîlwanê heta Xalfetiyê dewam kir. Gelê Kurd em gelekî bi xurtî hembêz kirin. Li her qadê kêliyên şahiyê hebûn." Şirvan Sakalli, wiha bal kişand ser berxwedana li hemberî tundiya polîsan:"Bi pêşengiya jinan me li dijî tundiya polîsan dest bi berxwedanê kir. Tevî hemû êriş û zextan me deriyê Halfetiyê vekir. Em ber bi Amarayê ve çûn. Em gihaştin ser axa ku birêz Abdullah Ocalan lê ji dayik bû, hestek pir xweş bû."
Peyam nexşerêya me ye
Şîrvan Sakalli bal kişand ser peyama ku Rêber APO ji ciwanan re şand û got:"Piştî peyama Rêbertiyê wê nexşerêya me xurtir bibe. Peyama me pir zelal e: birêxistinkirin û xwe bi rêxistinkirin. Em ê di vî warî de xebatên xwe bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku hevdîtinên bi Rêbertî re wê di vê pêvajoyê de jî bidomin. Ew ê bername û çalakiyên ji aliyê Meclîsên Ciwanan a DEM Partiyê ve bên amadekirin. Em ê vê têkoşînê bi gel re bi hev re bi rêxistin bikin û em ê bi ser bikevin. Ciwan wê bi ser bikevin, me ciwan dest pê kir, ciwan wê bi ser bikevin."
Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
Jiyan Aybar diyar kir ku wan bi berxwedaneke mezin dawî li meşê anîn. Jiyan Aybar banga "Civaka Aştî û Demokratîk" a ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêber APO ve hatiye kirin bi bîr xist û diyar kir ku ew vê bangê hembêz dikin û li ser vê bingehê ew ê têkoşîna xwe mezin bikin got:"Me ev bangawazî hembêz kir û ji Amedê heta Amarayê meşiyan. Em rastî gelek astengiyan hatin. Dema me kelecana dayikan û gelê Kurd li her bajarê ku em diçûn dît, em zêdetir kelecan û berxwedêr bûn. Armanca me ew bû ku em rojbûna Rêber Ocalan pîroz bikin. Li Amarayê rojbûna Rêber Ocalan pîroz kirin. Ev kêliyek pir hestiyar bû. Me ev bang kir, ji niha û pê ve berpirsyariyeke mezin li benda ciwanan û jinan e. Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan çi pêwîst be em ê bikin. Em dixwazin zext, tundî û qedexeyên li ser gelê Kurd bên rakirin. Bi hezaran hevalên me yên ciwan di girtîgehê de ne. Em ê ji bo azadiya hevalên xwe jî têbikoşin. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehê azad bibin. Banga me ji hemû jinên ciwan re bi têkoşînê bilind bikin û bi hev re bimeşin. Bi me re divê ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan têbikoşin."
JINNEWS/ELFAZÎ TORAL