Hêza me ji hevgirtina me ye

Çarşem 9 Sibat 2022 - 22:15

  • Welat Demir: Em ê 12´ê Sibetê li Strasbourgê komployê protesto bikin. Ez ciwanên Kurdistanê yên li Ewrûpayê û dostên wan vedixwînim Strasbourgê da ku vê kela canî û vê rikê nîşanî dinyayê bidin. 

JIYAN AZAD / OSTHEIM

Ev bû 5 roj ku ciwan ku li Fransayê bi slogana “Bi îradeya ciwanên Apoyî, em ê Rêber Apo azad bikin” dimeşin. Ciwanên tevlî meşa dirêj dibin, bang li her kesî kirin da ku 12´ê Sibatê li Strasbourgê bin.

Ciwanan 6´ê Sibatê bi daxwaza azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ji bo rûreşkirina komploya navneteweyî, meşa xwe ya 6 rojan da destpêkirin. Tevî êrişên faşîst, astangkirina polêsan û şiliyê jî meş bi moralekî mezin dewam dike. 

Rêber Çinar yek ji wan ciwanên di meşê de ye. Ew xwendekar bû li bajarekî Tirkiyeyê û ji ber êrişên dewleta Tirk bûye penaber. Ev cara pêşî ye ku tevlî meşa dirêj dibe. Rêber Çinar dibêje, “Di jiyana xwe de min xwestiye kêm tişt dirêj bikişînin. Ev meş yek ji wan e. Ji bo min di warê pratîkkirinê de gelekî serketî bû. Min berê nedizanî em miletekî ewqasî birêxistinkirî ne. Ez bextewer im.”

Divê her kes tecrûbe bike

Welat Demir bi xwe, ev cara 4´an e tevlî meşa dirêj dibe. Demir tevlî hema hema tevahiya çalakiyên li devera xwe dibe. Ew dibêje, “Tişta ku li Ewrûpayê me li cem hev digire, ruhê me yê têkoşînê ye. Ya ku vî rihî her xwedî dike jî bihevrebûna me ye. Min xwe di her warê jiyanê de xurt dît. Ev jî hêzek e ku ez ji bihevrebûnê digirim. Em ê 12´ê Sibetê li Strasbourgê komployê protesto bikin. Ez ciwanên Kurdistanê yên li Ewrûpayê û dostên wan vedixwînim Strasbourgê da ku vê kela canî, vê hevrêtiyê û vê rikê nîşanî dinyayê bidin. Divê mirov vê tecrûbe bikin, divê ilehî mirov vê rêyê bide ber xwe û bimeşe.” 

Moral didinê

Azad Kaya jî ev cara ewilî ye ku tevlî meşa dirêj a ciwanan dibe. Her gav û gotina wî bi bawerî ye. Ew wiha behsa vê baweriya xwe dike:

“Gava ku bi hevalan re têm cem hev, weke ku li welat bim, hîs dikim. Ew ji bo min çavkaniyeke moral in. Rêberê me ev 23 sal in tecrîd kiriye û ev çalakiyên me wê heta azadiya fizîkî ya rêberê me dewam bikin.”

Sibe berê xwe didin Strasbourgê

6´ê Sibatê, ciwanan li Sierentzê dest bi meşa xwe kiribû. Ew doh jî ji Ostheimê heta bi Selestatê 16 kîlometroyan meşiyan. Ciwanan heta niha qederê 80 kîlometroyan meşiyan. Îro ji Selestatê dimeşin Ersteinê. Ciwan sibe jî diçin menzîla xwe ya dawî Strasbourgê.

Li aliyê din doh ciwan tevlî çalakiya bibîranînê ya ji bo şehîdên Heftenîn ên sala 2017’an bûn. Di bibîranînê de li dîmen û gotinên şehîd Berjîn Zenda, Ekîn Kurdistan, Stêrk Kaweroj, Med Mezdah, Rustem Garzan û Çiyager Delîl heta temaşekirin û guhdarîkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.