Hêza kaxizê û hunerekî afirîner

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Nîsan 2023 - 09:52

Kaxiz malzemeyeke hesas e, dema mirov pê karekî kir divê mirov baldar be. Maude White hosteyê kaxiz e û ji kaxizan tiştên xweşik çêdike. Yanî ew ji pelekî kaxiz bêyî ku çend caran bibire û bi hev ve bizeliqîne portreyên heywanan çêdike. Ew bi yek derbê hunerê xwe pêk tîne. Her wiha resmên dar û kulîlkan jî çêdike. Tu kesî ev kar fêrî wê nekiriye, ew xwe bi xwe fêrî karê birrîna kaxizan bûye û niha di vî karî de bûye hosteyeke baş.

Maude White li New Yorkê dijî û qederê 10 salan e bi vî karî re mijûl e. White got; “Dibe ku kaxiz malzemeyekî ji rêzê û bê hêz were xuyanê lê di rastiyê de ne wiha ye. Ew malzemeyekî pirr bi hêz e, nexasim jî di destên afirîner de xweşikî ji wan ava dibe. Bi riya hunerê ew bi mane dibin. Ji lewre ez ji birrîna kaxiz gelekî hez dikim.

Beriya kaxiz were birrîn, kûrahî pê re tine ye ew malzemeyeke normal e. Lê dema mirov li ser dixebite û tiştan disêwirîne, wan bi ronahiyê re dinirxîne, tiştekî bêhempa jê derdikeve. Ev kifşeke xweş e.”

Maude White ji heywan, kulîlk û daran îlhama vî hunerî digire. Xasma jî damarên li ser pelên daran û hûrgiliyên li ser çermên heywanan bala wî pirr dibin ser xwe.

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.