Heyva Sor birînan dikewîne

Çarşem 9 Cotmeh 2024 - 02:15

Saziya alîkariya mirovî ya Rojava Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo penabarên ku ji Lubnanê tên xwe dispêrin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.

Şerê ku li Rojhilata Navîn rû dide, careke din rê li ber koçberiya bi sedhezaran sivîlî vekir. Ji roja destpêkê ya şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo penaberan ji bandora şer rizgar bike, xebatan dimeşîne. Li ser banga rêveberiyê, ji 29’ê Îlonê û pê ve, ji deriyên Tebqa û Minbicê, ji 13 hezar kesî zêdetir penaber derbas bûn. 

Erkeke mirovî ye

Saziya alîkariya mirovî ya Rojava Heyva Sor a Kurd, ji bo pêşiwazîkirina pêdiviyên xelkê, ragihand ku wan dest bi kampanyaya alîkariyê kirine. Ji bo bi hezaran kes ji herêma şer a li Lubnanê bên derxistin, li cihên ewle bên bicih kirin û pêdiviyên wan bên pêşiwazî kirin, banga tevlîbûna kampanyaya alîkariyê hate kirin. Heyva Sor a Kurdistanê ku li Ewrûpayê xebatan dimeşîne jî, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew xwe weke hevparê vê kampanyayê dibînin û ev bang kir:’’Netew, ol û baweriya xwe çi dibe bila bibe, eleqederbûna bi mexdûrên şer re, erkeke ehlaqî û mirovî ye. Bi vê zanebûnê bi saziyên xwe yên hevpar li Ewrûpa, Skandînavya û Japonyayê emê alîkariya madî kom bikin û vê kampanyayê bimeşînin. Weke Heyva Sor a Kurdistanê, em bang li sazî û alîkarxwazên derveyî welat dikin ku tevlî kampanyaya Heyvar Sor a Kurd bibin. Hemû kes û saziyên ku dixwazin destê xwe dirêjî penaberên Kurd û Sûriyeyî yên ji Lubnanê derketine bikin, dikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên xwe bişînin xwedî pêdiviyan.’’

Yên ku dixwazin tevlî kampanyaya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê bibin, dikarin ji ser van navnîşanan tevlî bibin.

Heyva Sor a Kurdistanê e.V.

Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

PAYPAL: heyvasorakurdistan@gmail.com
paypal.me/heyvasorakurdistane

Armanca Alîkariyê: Koçberên Lubnanê

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.