Heyva Sor banga alîkariyê kir
În 24 Mijdar 2023 - 00:14
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên lehiya li bajarê Êlihê banga alîkariyê kir. Daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê wiha ye:“Li Êlih a Bakurê Kurdistanê 20'ê Mijdarê şev piştî barana zêde û bahozê li taxên Huriyet, Gultepe, Fatîh, Belde, Şafak, Karşiyaka, Kultur, Çamlitepe û Seyîdanê lehî rabû.
Li wan taxan beşek ji kolan, mal û dikanan di bin avê de man.
Li taxa Seyîdan jineke 54 salî û 3 neviyên wê li ber lehiyê çûn û canê xwe ji dest dan. Xelkê li taxên lehî rabû bû di bin rewşeke xeter de ne û ji bo hemû pêdiviyên jiyanê li benda alîkariyê ne.
Wek saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê, ji kêliya pêşî ya lehîyê em ketin nava tevgerê. Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên lehiyê alîkariya madî berhev dike û wê li cih pêwistiyên gel pêk bîne. Li ser vî esasî banga me ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan ew e ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê madî bighînin malbatên mexdûr."
NAVENDA NÛÇEYAN