Heyfa Egîd hilanîn

Duşem 8 Tebax 2022 - 22:12

  • Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Xakurkê bi çalakiyekê tola Egîd Garzan ê 11´ê Tebaxa 2020´an hatibû şehîdkirin, hilanî. Di çalakiyên vê dawiyê yên gerîlayan de 14 dagirker hatin kuştin.

HPG da zanîn ku di çalakiyên gerîlayan de li çiyayên Kurdistanê 14 dagirkerên din hatine kuştin, dagirkerek birîndar bû, çeperek û radarek hatin îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Hêzên me yên bi rengekî fedaî şer dikin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin, çalakiyên xwe yên ji bo silavkirin Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê dewam dikin. Ji bo bibîranîna hevrêyê me Egîd Garzan ku şopdarê Fermandarê Mezin Mahsûm Korkmaz (Egîd) bû û di êrişa dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû, her wiha ji bo bibîranîna du generalên Iraqî yên di heman êrişê de şehîd bûn, hêzên me çalakî li dar xistin. Di çalakiyên hêzên me de li çiyayên Kurdistanê 14 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, çeperek û radarek hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker 10 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 4 caran bi balafiran, 12 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi çekên giran êrişî Qadên Berxwedanê kir.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir:

Li Xakurkê

6'ê Tebaxê saet di 20:30'î de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Girê Koordîne xistin. Di encama derbên giran de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

Ev çalakî ji bo bîranîna fermandarê me yê nemir Şehîd Egîd Garzan hate lidarxistin ku 11'ê Tebaxa 2020’an di encama êrişeke nemerdane ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Li Metînayê

4'ê Tebaxê saet di navbera 09:30-10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê sê caran bi taktîka sûîqestê çalakî hate kirin û 3 dagirker hatin cezakirin.

6'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên ferdî û sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di encama van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin, sîstemeke radarê hate îmhakirin.

6'ê Tebaxê saet di 05:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi sabotajê li dagirkeran hate xistin ku di nava liv û tevgerê de bûn. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

7'ê Tebaxê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

7'ê Tebaxê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ve bên, hêzên me çalakî kirin. Di encama vê destwerdanê de dagirker neçar man gavekê vekişin.

7'ê Tebaxê saet di 20:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin û 4 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

7'ê Tebaxê saet di navbera 21:30-22:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, dagirkeran bi çekên giran bombe li çeperên şer barandin û piştre hewl dan bi pêş ve bên. Hêzên me li dagirkrean xistin û dagirker neçar man gavekê vekişin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.